 'Zarokên generalan li bajarên xwe leşkeriyê dikin' |
|
BDP'ê têkildarî boykota referandumê li Dîlok û Navçeya Pazarcikê ya MeraÅŸê civîn li dar xist. Parlementerê BDP'ê yê Åžirnexê Hasip Kaplan, diyar kir ku 649 rêxistinên sivîl ên civakî ya bi "Bila çek bêdeng bibin" hikûmet hiÅŸyar kir û wiha got: "Lê mixabin guh nadin û nabihîzin. Ji ber ku zarokên gel 18 mehan li sînor leÅŸkeriyê dikin, zarokên generalan jî li mal û bajarên xwe leÅŸkeriyê dikin."
Parlementerê BDP'ê yê Åžirnexê Hasîp Kaplan Vakqfa PiÅŸtgirî û Perwerdehiyê ya Mêrdîniyan a Dîlokê ziyaret kir. Kaplan, anî ziman ku pirsgirêka kurd incax bi makezagoneke demokratîkê çareser bibe û wiha pê de çû: "Ziman, çand, nasname û azadiya me di paketa AKP'ê de tuneye. Heta karsazên kurd van nirxan bi dest nexin tu pêÅŸveçûn çênabin. Ji ber ku bazara bê ziman, çand û nasname bi ser nakeve. Armanca boykotê we ku em makezagonekî demokratîk, azad, wekhev û sivîl dixazin e."
'Ên keÅŸtiyan ji kurên xwe re dikirin ne em in'
PiÅŸt re Kaplan bi heyeta xwe derbasî rêxistinên navçeyên Åžahînbey û Åžehîtkamîlê bû. Kaplan, li her du navçeyan derket pêÅŸberî gel û diyar kir ku tenê AKP'ê maxdurê 12'ê Îlonê nîn e. Kaplan, bal kiÅŸand ser banga rêxistinên sivîl ên li Amedê bang kirin û wiha dom kir: "Ên keÅŸtiyan ji kurên xwe re dikirin ne emin. 649 rêxsitinên sivîl bi banga 'Bila çek bêdeng bibin" hikûmet hiÅŸyar kirin. Lê mixabin naxwazin bibhîzin. Ji ber ku zarokên gel 18 mehan li sînor leÅŸkeriyê dikin û jiyana xwe ji dest didin, zarokên generalan jî li mal û bajarên xwe leÅŸkeriyê dikin."
Li xebatên Navçeya Pazarcikê ya MereÅŸê ji Parlemeterê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî beÅŸdar bû.
|
|