 'Tirkiye di nava planên tasfiyekirina maxmûrê de ye' |
|
Meclîsa Gel a Maxmûrê di civîna xwe ya awarte de diyar kir ku piÅŸtî komên aÅŸtiyê çûn Tirkiyeyê, rayedarên Dewleta Tirkiyeyê li ser tasviyekirina gelê maxmûrê ket nava hewildanan. Di meclîsê de hate zanîn ku Tirkiye piÅŸtî komên aÅŸtiyê li wargehê faeliyetên sîxurtiyê pêÅŸxistin û teklîfên sîxuriyê da welatiyan. Meclîsê bertek nîÅŸanî vê yekê da û anî ziman ku wan hewildana sîxuriyê ji aliyê gelê Maxmurê ve deÅŸîfre bûye.
Li Wargeha Mexmûrê piÅŸtî qasidên aÅŸtiyê yên Mexmûrê çûn tirkiye, zext û pêkutiyên Dewleta Tirk zêdetir bûn. Dewleta Tirkiye piÅŸtî çûna komên aÅŸtiyê diyarkiribû ku dê di vê pêvajoyê de zêdetir li ser Mexmûrê rawestin. Bi vê armancê Dewleta Tirkiyeyê talebên koma aÅŸtiyê ya Mexmûrê ji nedîtî ve tê û ji bo hin malbat û take-kesên gelê Mexmûrê bixapîne û bibe Tirkiyê dest bi faeliyetên sîxurtiyê kir.
Ev xebatên ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê hate deÅŸîfre kirin îro bû mijara civîna awarte ya Meclîsa Gel. Meclîsa Gel piÅŸtî civînê daxuyaniyek çapemiyê li darxist. Meclîsa Gel a Maxmûrê, di civîna xwe ya awarte de nîqaÅŸên tasfiyekirin û belavkirina Wargeha Mexmûrê nirxand. Di civînê de hate diyar kirin ku piÅŸtî vekirina balyozxaneya tirk a li Hewlêrê planên dewleta tirk ên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê zelal bûn û wiha hate gotin; “EÅŸkere bû ku dewleta Tirk bi kordînasyona sêalî ku hukumeta navendî ya Iraqê jî di nav de ye, hikumeta Federal a Kurdistanê re jî peyman avakiriye. Ji aliyê hikumeta herêmî jî Kerîm Sîncarî vê planê birêve dibe.”
'Bi koordîneya sêalî xebatên tasfîyekirinê têne meÅŸandin'
Di civîna Meclîsa Gel de hate diyar kirin ku ji bo pêkanîna vê planê ji aliyê kordînasyona sêalî û hikumeta navendî ya Iraqê ji bo Miduriyeta Îdareya Wargehê ku berê bi hikumeta Herêmî ya Federal ve girêdayî bû, midur û heyetek nû hate wezîfedarkirin. Îbrahîm Mihemed Elî’yê ku ji bo xebatên sîxurî hate wezîfedarkirin kurdekî ji eÅŸîra Åžebekan e û ji Musul’ê ye. Di civînê de li ser pêkanînên plana valakirina wargehê jî wiha hate gotin; “Weke Meclîsa Gel a Mexmûrê me qebul nekir ku kesên sîxurin, bibin rêveberiya îdareya wargehê. Ji ber vê niha wê li Hewlêrê bisekine. Çarçeveya plana wan jî wiha ye; hat û çûna ÅŸêniyên Mexmûrê ên derve destpêkê wê bixin bin kontrolê, zaniyariyên sixurî wê werin berhevkirin û wê hewl bidin ku rêxistina gelê Mexmûrê belav bikin. Ne weke girseya penaberên siyasî lê weke take-kes û malbatan, bi qewlê pere dayîn, xapandin û bi gefan dixwazin bêyî ewlekarî û misogeriyek a NY’ê Mexmûriyan biÅŸînin Tirkiyê. Bi vê armancê despêkê xwendevan û karkerên li devreyî wargehê dixebitin wê bikin hedef.” Di civîna awarte ya Meclîsa Gel de ÅŸêniyên wargehê ji gelê kurd û ji raya giÅŸtî ya demokratîk xwestin ku li hember van lîstikên li ser wan têne meÅŸandin hiÅŸyar bin û bertekên xwe yên demokratîk nîÅŸan bidin.
'Hewildana sêalî ji bo tasfiyekirina PKK'ê dixwazin Maxmûrê vala bikin'
PiÅŸtî civînê ji aliyê Meclîsa Gel daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Berpirsiyarê Komîteya Têkiliyên derve Polat Bozan, Åžaredarê Mexmûrê Ahmet Ozer û Endama Meclîsa Gel a Mexmûrê Nuran Sezgîn ve hate dayîn. Polat Bozan di axaftina xwe de diyar kir ku kordînasyona sêalî û dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina PKK’ê weke gava yekem valakirin û tasfiyekirina Mexmûrê dibînin û wiha pêde çû; “Mexmûr wargeheke sivîl e û ji sedî 65’ê wargehê ji jin û zarokan pêk tê. Em ne PKK ne. PKK li çiya ye. Ji bo tasfiyekirina PKK destpêkê wargeh tasfiyekirin planeke ÅŸaÅŸ e. Em vê ÅŸermezar dikin.” Bozan destnîÅŸan kir ku ji bo vegera Tirkiyê hîn ÅŸert û merc avanebûye û wiha got: “Me di hemû platforman de anî ziman ku dema ÅŸertên vegerê pêk were em ê vegerin tirkiyê û jibo vê jî me talebên xwe rêz kir. Li gorî van taleban hîn ÅŸertên me yên vegerê pêknehatiye. Hîn li Tirkiyê di navbera PKK û dewleta Tirk de ÅŸer didome. Aramî pêknehatiye. Aramî nebe, ewlekariya me ya jiyanî nebe, em nikarin vegerin. Ji bo vê rawestandina operasyonan pêwîst e. Ya duyem belavkirina pergala cerdevaniyê ye. Hîn cerdevanên weke Kamîl Atak, Hazim Babat û wekî din ên ketina xwîna gelê me cerdevaniyê dikin. Her roj em qetlîamên ji aliyê cerdevanan têne kirin dibihîsin. Ev jî dibe xala duyem ku ewlekariya jiyana gelê Mexmûrê bixe xeteriyê. Her wiha li vir bi hezaran xwendekarên me yên bi zimanê dayîkê perwerde dibînin hene. Navên hemû zarokên me bi kurdî ne. Lê herî dawî dema koma aÅŸtiyê ji vir çû Tirkiyê, zarokên navê wan bi Kurdî bûn hate guhertin. Heta perwerde û bikaranîna zimanê dayîkê di zagonên bingehîn de neyê mîsoger kirin, em nikarin vegerin. Me talebên xwe yên wiha li her cihî aÅŸkere kir û herî dawî koma aÅŸtiyê ya Mexmûrê jî van talebên me bi raya giÅŸtî re parve kir. Ev ÅŸertên me bi cih neyên tê wateya ku ÅŸertên me yên vegerê jî tune ye.”
'Heta daxwazên me bi cih neyên em venagerin'
Endama Meclîsa Gel a Mexmûrê Nuran Sezgîn balkiÅŸand ser komplo û lîstokên li hember wargehê tê meÅŸandin û wiha axivî: “Talebên me yên vegerê diyar in. Heta ev bi cih neyên em venagerin Tirkiyê. Lê dîsa jî lîstikên li ser wargehê didomin. Em ji bo vê bangî rayedarên hikumeta herêmî dikin ji bo nebin parçeyek van lîstikan û divê bi bîr û baweriya netewî tevbigerin.”
'Bila NY çavê xwe bêhiqûqiyê neke'
Åžaredarê Mexmûrê Ahmet Ozer jî balkiÅŸand ser rola Neteweyên Yekbûyî û diyar kir ku li hember van lîstikan divê NY hin tedbîran bigre û got: “Em wargehek di bin banê Neteweyên Yekbûyî de ne û em penaberên siyasî ne. Neteweyên Yekbûyî divê mafên me biparêze û xwedî li penaberên Mexmûrê derkeve. Em di vê xalê de bangî NY dikin, bila NY xwedî li erka xwe derkeve û çavê xwe ji bêhuquqiyan re negre.”
|
|