Girtina 16 siyasetmedarên Kurd, doh li Mêrdînê bi awayekî girseyî hat protestokirin.
Arîkarê serokê BDPa Mêrdînê Ahmed Bîngol li hemberî girse axivî û got ku, mafê jiyanê nadin Kurdan û înkar û asîmîlasyona li ser Kurdan jî dijwar dikin. Lê bila werê zanîn ku Kurd, wê mafên xwe biparêzin û tawîzan nedin zordestiyê.
PiÅŸtî Bîngol, Parlementera BDPê Emîne Ayna Axivî û destnîÅŸan kir ku AKP cihêkariyê dike û got: Vekirina dibistana siyasî dikine mêhne. Birêz Ocalan got, dibistanên siyasetê, rêveberiyên herêmî vekin, lê di destpêkê de AKPê vekir. Eger ev tiÅŸt, weke sedem tê nîÅŸandan, dirûtî ye. Eger, ev tiÅŸt qedexe be, divê ku pêÅŸî kilîdê li deriyê AKPê bidin .
Ayna got ku, AKPê, ev gel kire dijminê hev. AKPe gel kire dijminê welatê xwe. Cihêkarî ev e. Ez banga wezîfê li dozgeran dikim.
PiÅŸtî axaftina Emîne Ayna 5 deqiqeyan çalakiya rûniÅŸtnê hate lidarxistin.
BalkêÅŸ bû ku, doh, dema ku endamê Meclîsa Åžaredariya BDPa Qoserê Îsmaîl Asî, ji bo serdana ReÅŸat Kaymaz çû girtîgehê, ji laiyê hêêzn dewletê ve hate binçavkirin.