Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Thu, 18 Feb 2010 03:35:00

BDP li Rihayê bû qasida aştiyê

Thu, 18 Feb 2010 03:35:00
3 / 5 (4 Votes)
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Rihayê zend û bendên xwe badaye û malbatên ku dijminahiya hev dikin li hev tîne.
BDP li Rihayê bû qasida aştiyê
Partiya AÅŸtî û Demokrasiyê (BDP) li Rihayê zend û bendên xwe badaye û malbatên ku dijminahiya hev dikin li hev tîne. BDP'ê 4 malbatên di navbera wan de dijminantî hebû li hev anîn û aÅŸtî çêkir. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, diyar kir ku hêza kurdan a ku pirsgirekên xwe çareser bike heye û xwest ku kurd ÅŸerê navxweyî nekin.

Li herêmê ku di salên berê de ji ber nezanîn û xizaniyê pevçûn derdiketin û di navbera malbatan de dijminantî pêk dihat niha hêdî hêdî bi hewldana siyasetmedarên kurd ev vedigere sulhê. Rêxistina BDP'ê ya Rihayê ji bo ku dijmimantiya di navbera malbatan de bi dawî bike zend û bendên xwe badan û ket nava hewldanên aÅŸtiyê. Di encama hewldanên BDP'ê de 4 malbatên ku di navbera wan de dijminantî hebûn li hev hatin û aÅŸtî pêk anîn. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Serokê berê yê Rêxistina DTP'a hate girtin yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Rihayê Celîl Sorîcî û rêveberên BDP'ê Malbata Çelîk a gundê Axwêrana Çelo û Malbata Dogan a Gundê Tehtokê dijmimantiya 15 sal berê dest pê kiribû bi aÅŸtiyê bi dawî kir. Li aliyê din li Navçeya Pirsûsê jî Malbata Oz û Ak ên li Gundê Xirabsor ku 6 salin dijminantî heye li hev anîn û aÅŸtî çêkir. Heyeta BDP'ê ku ji Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî, ÅŸaredarên BDP'ê yên navçeyan û rêveberên BDP'ê pêk dihatin di serî de çûn Gundê Axwêrana Çelo. Heyet ji aliyê gundiyên Axwêranê ve bi girseyî hate pêÅŸwazîkirin. BDP'ê Malbata Çelîk û Dogan li vir li hev anî aÅŸtî di navbera wan de ava kir. Di merasîmê de mezinên malbata Çelîk û Dogan destê hev girtin û dawî li dijminantiya 15 salan ku bi kuÅŸtina kesekî dest pê kiribû anîn.

'Gel aÅŸtî û biratiyê dixwaze'

Parlementer Îbrahîm Bînîcî di torena aÅŸtiyê ya Gundê Axwêrana Çelo de axaftinek kir û diyar kir ku dijmantiya di navbera malbatên kurdan de zirarê dide herdu aliyan û fêda wê nakeje tu kesî. Bînîcî, destnîÅŸan kir ku di salên dawî de gelê kurd bi têkoÅŸîna xwe nirxên pir biha avakirine û xwest her kes li dora van nirxan kom bibe û li van nirxan xwedî derkeve. Ji ber ku malbatan daxwaza BDP'ê bi cih anî û li hev hatin spasiyên xwe ji malbatan re kir û xwest ji niha û ÅŸûnde hemû gelê kurd di nava hezkirinek mezin û tifaqiyek xurt de têkoÅŸîna xwe bimeÅŸînin. Bînîcî, anî ziman ku gelê kurd ji wan aÅŸtî û biratiyê dixwaze û ew jî vê daxwaza gel bi cih tînin. Bînîcî da zanîn ku pirsgirêka gelê kurt tev yek e û xwest her kes li ser çareseriyê têkoÅŸînê bimeÅŸîne.

'Pirsgirêkên kurdan yek e'

Heyeta BDP'ê piÅŸtî li gundê Axwêranê malbatên Çelîk û Dogan li hev anîn, derbasî Gundê Xirabsorê yê Navçeya Pirsûsê bûn. Heyeta BDP'ê li vir jî Malbata Oz û Ak ku 6 sal berê di ÅŸerê navbera herdu malan de 2 kes hatibûn kuÅŸtin aÅŸtî pêk anî. Di xwarina aÅŸtiyê de li gel gundiyan gelek welatiyên gundên derdorê jî beÅŸdarî merasima aÅŸtiyê bûn. Îbrahîm Bînîcî li vir jî axivî û destnîÅŸan kir ku êdî hêza kurdan ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û birînên xwe derman bike çêbûye. Bînîcî xwest êdî di nava gelê kurd de bûyerên bi vî rengî bes pêk bên û da zanîn ku bûyerên bi vî rengî zirarê didin yekîtî û tifaqa gelê kurd. Bînîcî xwest ku navçeya Pirsûsê di warê yekîtî û tifaqê de ji her kesî re bibe mînak û da zanîn ku pirsgirêk û êÅŸên kurdan hevbeÅŸin.

Bînîcî piÅŸtî axaftina xwe ji ber ku malbata Oz û Ak, BDP guhdarî kir û neÅŸikand, malavayî da herdu malbatan û serkeftin ji wan re xwest.

'Divê kurd pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin'

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Pirsûsê Mahmût Ekmez jî di merasîma aÅŸtiyê de axivî û da zanîn ku kurd ji dewletê aÅŸtî, edalet, wekhevî û demokrasiyê dixwazin. Ekmez xwest berî her tiÅŸtî kurd di nava xwe de daxwazên xwe pêk bînin û tifaqa xwe û yekîtiya xwe xurt bikin. Ekmez, da zanîn ku êdî dema dijminantiyê derbas bûye da zanîn ku Pirsûs navenda nirx, tekoÅŸîn û aÅŸtiyê ye. Ekmez, xwest her kes li van nirxên giranbiha xwedî derkeve. PiÅŸtî axaftinan Malbatên Oz û Ak destên xwe dan hev û aÅŸtî pêk anîn.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.