 Cenazeyê Muslum Dogan li Yazihanê hate veşartin |
|
Cenazeyê ciwanê 18 salî Muslum Dogan ku hate gotin di çalakiya 15'ê Sibatê de xwe ÅŸewitandiye, li Gundê Babalan ê Navçeya Yazixanê hate veÅŸartin.
Ciwanê 18 salî Muslum Dogan ku xwendekarê lîseyê bû piÅŸtî tevli daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo ÅŸermezarkirina salvegera anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bû, winda bû 3 rojan agahî jê nehat girtin. Îro cenazeyê Dogan 5 kîlometreyan li derveyî Semsûrê hate dîtin û cenaze ÅŸewitîbû. Hate diyarkirin ku Dogan ji bo ku zextên li ser gelê kurd û Ocalan prostesto bike, bedena xwe daye ber agir. Derket holê ku Dogan nameyek ji 5 rûpelan pêk tê li dû xwe hiÅŸtiye. PiÅŸtî ji bo otopsiyê cenaze ÅŸandin Saziya Adlî Tipê ya Meletiyê, ji wir bi konvoyek mezin bi dirûÅŸmeya "Åžehît namirin" birin Gundê Babalan a Navçeya Yazixanê. Cenaze li goristana gund ji aliyê girseyek mezin ve hate definkirin. Di merasima cenaze de li gel gundî, rêveberên BDP'ê û xwendekarên lîse û zanîngeha Înonu bi sedan kes amade bûn. Di dema veÅŸartina cenaze de xizmên Dogan ji ser hiÅŸê xwe cûn. Di merasimê de hawarên kurdî û tirkî bilind bûn. Hate zanîn ku Dogan mehek berê ji malbatê re gotibû ew dê bimre. Dogan bi strana Çiyayê Bêzar hate veÅŸartin. Di merasimê de strana "Kes nizane halim çiye" û "Çiyayê Bêzar" ku Dogan pir jê hez dikir bilind bû. PiÅŸtî veÅŸartina Dogan bi dirûÅŸmeya "Åžehîd namirin" heta mala sersaxiyê meÅŸiyan.
Auteur : EvinaBatmane
Commentaire: Silav Silav, ez gelek xemginin,,,, Sehid NAMIRIN ,,
Muslum Dogan em te ji bir nakin, tu herdem dileme de bei,,,,,
Sehid namirin
|
|