 Leşkerî li teqemeniyanên xwe xwedî dernakeve |
|
Fermandariya Qereqola Gundê Muysan, ku di bihara 2009'an de li nêzî Gundê Mîrî qereqolek seyar ava kir û di payiza 2009'an de qereqol rakir, li ÅŸopa xwe teqemenî hiÅŸt û li teqemehiyên xwe xwedî derneket. Gundiyên ku li ÅŸûna qereqolê sewalên xwe diçêrandin teqemenî ferq kirin, serî li Qereqola Muysanê dan, lê ev 3 meh e hêj tu paqijî nekirine. Gundiyan, diyar kir ku berê jî gelek teqemenî li ÅŸûna qereqolan mabûn û bibû sedema gelek kuÅŸtinan. Gundiyan xwest di demek nêzîk de teqemenî bên paqijkirin.
Fermandariya Qereqola a Cendermeyan a Muysan a Çewlîkê, li nêzî Gundê Mîrî di bihara sala 2009'an de qereqolek seyar ava kirin. PiÅŸtî demekê leÅŸkeran qereqol di demsala payiza sala 2009'an de vala kir û li ÅŸûna xwe teqemenî hiÅŸt. PiÅŸtî gundiyên ku sewalên xwe li ÅŸûna qereqolê çêrandin rastî teqemeniyan hatin. Gundiyên ku li ÅŸûna qereqolê pezê xwe çêrandin rastî teqemeniyan hatin û çûn serî li Rayedarên Qereqola Muysan dan. Lê piÅŸtî 3 meh di ser serlêdanê re derbas bûn hêj rayedaran derbarê teqemeniyan de tu lêkolîn nekirine û li teqemeniyên xwe xwedî derneketine. Gundiyên ku ser perçeyê teqemeniyan bi keviran pêçan û serî li rayedarên leÅŸkeriyê dan li bendê ne ku rayedar paqijiya zeviyê bikin. Gundiyên ku ev 3 meh e li benda bersîva leÅŸkeriyê ne bertek nîÅŸan dan û diyar kirin ku ewlehiya wan tune.
3 meh derbas bûn lê leÅŸkerî hêj bêdeng e
Têkildarî mijarê Muxtarê Gundê Mîrî Tacettîn KarakuÅŸ, diyar kir ku beriya ku qereqola seyar ava bibe li nava zeviyê teqemenî tune bû û piÅŸtî qereqolê bar kir û ÅŸûnde li ÅŸûna qereqolê teqemenî hatine dîtin. KarakuÅŸ, destnîÅŸan kir ku li ser vê yekê wan serî li Qereqola Muysenê dane, lê ligel serlêdanawan ev 3 meh di ser de derbas dibe hêj tu lêkolîn nedane destpêkirin. KarakuÅŸ bal kiÅŸand ser buyerên berê û wiha got: "Di sala 1993'an de dîsa piÅŸtî operasyonê leÅŸkeriyê teqemenî li piÅŸt xwe hiÅŸtibû. Ji ber teqemeniyê Sadullah Yamaç û Ahmet Aydin jiyana xwe ji dest dabûn. Dîsa em bi talûkeyek bi vî rengî re rû bi rû ne. Em dixwazin di demek nêzîk de ev zevî bê paqijkirin."
|
|