Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Tue, 23 Feb 2010 06:40:00

KARAYILAN: ASTA ÇALAKIYÊN 15'Ê SIBATÊ LI HEMBERÎ QIRKIRINA SIYASÎ, BÛ BERSIVEKE MEZIN

Tue, 23 Feb 2010 06:40:00
3 / 5 (3 Votes)
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, çalakiyên di salvegera komploya 15ê sibatê de veguherîn serhildanan, nirxandin. Karayilan diyar kir ku çalakiyên îsal, ji hemû aliyan ve bi hêz pêk hatine.
KARAYILAN: ASTA ÇALAKIYÊN 15'Ê SIBATÊ LI HEMBERÎ QIRKIRINA SIYASÎ, BÛ BERSIVEKE MEZIN

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, çalakiyên di salvegera komploya 15ê sibatê de veguherîn serhildanan, nirxandin.

Karayilan diyar kir ku çalakiyên îsal, ji hemû aliyan ve bi hêz pêk hatine.

Karayilan anî ziman ku ev çalakî li hemberî qirkirina siyasî bûne bersiva herî mezin.

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku çalakiyên di 11'mîn salvegera komploya 15'ê Sibatê de pêk hatine, ji hemû aliyan ve bi hêz derbas bûne.

Karayilan, ciwanên tevlî çalakiyê bûn, jinên kurd û generalên biçûk jî, ji dil silav kirin.

Karayilan bal kiÅŸand ser operasyonên qirkirina siyasî û anî ziman ku gel bi çalakiyên 15'ê sibatê, bersiva herî mezin daye opeasyonên bi armanca bêrêxistin û bêrêber hiÅŸtina gelê kurd.

Serokê Konseya Rêveber Murat Karayilan pêvajoya niha, dema herî bi hêz a xeta Tevgera Azadiya Kurd nirxand û ji hêzên komploger xwest dev jî siyaseta xwe ya heta niha berdin.

Karayilan bal kiÅŸand ser çalakiya Muslum Dogan yê ji bo protestokirina komploya navneteweyî agir berda bedana xwe û ji bo malbata Dogan sersaxî xwest.

Karayilan destnîÅŸan kir ku Dogan dikaribû ji bo gelê Kurd hîn zêde xebatê bike û got, ew çalakiyên bi vî rengî napejirînin.

Karayilan xwest xelkên Yazihan a Meletî û Semsûrê peyama ku Muslum Dogan xwest bide rast bixwînin.

Murat Karayilan got hewildana tesfiyekirina tevgera Kurd û bi mijûlkirinê xapandina gelê kurd êdî ne mumkun e.

Karayilan anî ziman ku polîtîkayên dewleta Tirk wê diyar bikin, ka sala 2010'an wê ber bi çareseriya demokratîk an jî ber bi ÅŸer ve biçe û got, em ji herdu îhtimalan re jî amade ne.
 
Karayılan Qrîza dadgeha bilind a Tirkiyê jî nirxand û got, li Tirkiyê desteserkirina esker û dadgeriyê heye, li ya niha ÅŸerê deshilatdariyê ye. Ji bo ji van prisgirêkan tevan rizgar bibin, pêdivî bi demokratîkbûyîneke jidil heye.

Murat Karayilan herî dawî jî, behsa mijara roja zimanê dayîkê ya cîhanê kir û got, ji ber ku Kurdî îro di bin zext û zorê de ye, divê yê herî zêde li zimanê xwe xwedî derkeve gelê kurd bi xwe be.




Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.