Serdanên sersaxiyê yên ji bo malbata Muslum Dogan ê li dijî komploya 15'ê Sibatê bedena xwe dabû ber agir, dewam dikin..
Bi sedan endamên Ciwanên Welatparêz û Demokratîk doh bi sloganan çûn serdana gora Muslum Dogan...
Ciwanên ji Amedê, Mêrdîn, Åžirnex, Batrman Riha, Semsûr, Dêrsim, Elezîz û Çewlikê bi wesayîtan çûn gundê Balabanê...
Tevî astengiyên eskeran jî, ciwanan posterên Muslum Dogan û pankarta bi nivîsa "Bêrîtanbûyîn, bi Semayan bilind bûn, Mazlûmbûyîn gihiÅŸtina Viyanan e" hilgirtin û dest bi meÅŸê kirin..
Di meÅŸê de, bê navber sloganên "Bijî serok Apo" û "Heval Muslum nemire" hatin gotin..
PiÅŸtî meÅŸê ciwanên BDP'ê çûn serdana gora Muslum Dogan û li wir daxuyaniyek dan..
Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku dewleta Tirk înkar û tinekirinê li ser Kurdan ferz dike û hat gotin, ciwanên Kurd wê li dijî van siyasetan têkoÅŸîna xwe xurt bikin..
Ciwanan her weha dilsoziya xwe ya bi Muslum Dogan re jî anîn ziman û bi sloganan ji gundê Balabanê veqetiyan..