Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Sat, 27 Feb 2010 09:20:00

Konferansa 'Muzakereyên Navneteweyî û Tecrubeyên Çareseriyê' dest pê kir

Sat, 27 Feb 2010 09:20:00
0 / 5 (1 Votes)
Konferansa ji aliyê KCD'ê ve hate amadekirin ya bi navê "Muzakereyên Navneteweyî û Tecrubeyên Çareseriyê" bi tevlîbûna gelek kesên ji derveyî welat û welat hatin dest pê kir.
Konferansa 'Muzakereyên Navneteweyî û Tecrubeyên Çareseriyê' dest pê kir
Konferansa ji aliyê KCD'ê ve hate amadekirin ya bi navê "Muzakereyên Navneteweyî û Tecrubeyên Çareseriyê" bi tevlîbûna gelek kesên ji derveyî welat û welat hatin dest pê kir. Åžaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, diyar kir ku sedema qeyranên li Tirkiyeyê pêk tên ji ber aÅŸtiya navxweyî pêk nehatiye derdikevin. Baydemîr, anî ziman ku daxwaza kurdan ya li herêmê reveberiyên xwe pêk bînin wekî "perçekirina welat" hate niÅŸan dan.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo çareseriya pirsgirêka kurd fêde ji ceribandinên navneteweyî bigirin li Amedê konferansa "Muzakereyên Navneteweyî û Tecrubeyên Çareseriyê" da dest pêkirin. Konferansa li Salona Resepsiyonê ya Sumerpark dest pêkirî Analistê Polîtîkayê yê Nûnerê BASK'ê Jone Goîrîzelaîa, Berdevkê Partiya Aralarê Jon Abrîl, Akademîsyen Ana Vîllellas Arîno, Parlementera berê yê Galîçyayê Camîlo Nogueîra, Nûnerê Serokê Dewleta Afîkayê Nelson Mandela û Dadgerê Dadgeha Bilind yê BaÅŸurê Afrikayê Essa Moosa, Parêzerê Mafên Mirovan yê BaÅŸurê Afrîkayê Brîan Currîn, Rojnameger Cengîz Çandar, Nûnerê partiya çepgirê yê Elmanyayê Norman Peach, MalniÅŸînê Balyozxaneyê Unal Unsal, Prz. Sezgîn Tanrikulu, Hevserokê DTP'ê ya hate girtin Ahmet Turk, Ji parêzerên Buroya Hiquqê ya Asrinê Îrfan Dundar, Nivîskar Avnî Ozgurel, Akademîsyen AyÅŸe Betul Çelîk jî di nav de gelek rojnameger, nivîskar, rewÅŸenbîr û akademîsyenên biyanî yên welat beÅŸdar bûn. Axaftina vekirina konferansê Åžaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr kir.

'Pirsgirêka kurd pirsgirêka demokratîkbûnê û azadiyê ye'

Åžaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di destpêka axafatina xwe de wiha got: "Ji ber ku ez li ser derguÅŸa jiyana mirovahiyê ku 7 hezar salin jiyan mirovahiyê bênavber didome, li Amedê we pêÅŸwazî dikim pir bextewar im." Baydemîr, hevserokê KCD'ê, ÅŸaredar û siyasetmedarên kurd ên girtî jî bi birxistin û wiha got: "Heke ew jî tevlî vê civînê biban dê hêj dewletmentir ba. Ji ber vê yekê civînekî kêmas e." Baydemîr, destniÅŸan kir ku pirsgirên li Tirkiyeyê tên jiyîn ji ber aÅŸtiya navxweyî pêk nehatiye û wiha domand: "Pirsgirêkên li Tirkiyeyê yên mina qeyrana siyasî, aborî û yên din hemû ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd pêk tên. Pirsgirêk pir aliye. Bi esasî pirsgirêk ya demokratîbûyîne, azadiyê û siviliye ye."

'Pirsgirêka kurd bi polîtîkayên înkarê nayê çareserkirin'

Baydemîr, bi lêv kir ku daxwaza kurdan a rêveberiyên herêmî wekî wekî perçekirina welat tê niÅŸandan û wiha berdewam kir. "Gelê kurd dixwaze zimanê wî azad be. Nasname, çand û hemû nirxên xwe bi azadî bijî. Cihên dirokî yên mina Heskîfê bên parastin. Li aliyêdin cudahiya di nav bera herêmê û herêmên din de yên pêÅŸvebirinê bên rakirin." Baydemîr, têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd jî wiha got: "Heya niha pirsgirêka kurd bi înkar û îmhayê nehate çareserkirin. Pirsgirêka kurd bi asîmîlasyonê jî nehate çareserkirin. Bi ÅŸer û tepisandinê jî nehate çareserkirin. Pirsgirêka kurd bi polîstîkayên îro yên "kurdê xwe" bi afirinin ji nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd incax bi kurdên nasnameya xwe dinasin dê bê çareserkirin. Wê demê dê biratiyek pêk bê û kurd û tirk dê yek û du baÅŸ binasin."



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.