Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Fri, 18 Jun 2010 04:20:00

ARTÊŞA TIRK DI HEWLDANA DERBASKIRINA SÎNOR DE DERBE XWAR

Fri, 18 Jun 2010 04:20:00
3 / 5 (9 Votes)
Artêşa Tirk ya amadekariya dagirkirina Başûrê Kurdistanê dike, ev bi carane hewl dide sînor darbas bike, di ev hewdana xwe carekî dinê bi ser neket û ji ber berxwedana gerîllayên HPG derbe xwar û neçar ma hêzên xwe paşde vekişîne.
ARTÊŞA TIRK DI HEWLDANA DERBASKIRINA SÎNOR DE DERBE XWAR

ArtêÅŸa Tirk ya amadekariya dagirkirina BaÅŸûrê Kurdistanê dike, ev bi carane hewl dide sînor darbas bike, di ev hewdana xwe carekî dinê bi ser neket û ji ber berxwedana gerîllayên HPG derbe xwar û neçar ma hêzên xwe paÅŸde vekiÅŸîne.

Çavkaniyên HPG dan zanîn ku li herêma sînor ÅŸerên dijwar qewimîn û di encamê de, 4 eskerên artêÅŸa Tirk hatin kuÅŸtin û 11 esker jî birîndar bûn...

Di ÅŸer de 2 gerîllayan jî, jiyana xwe ji dest da.....


Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê li ser hewldana artêÅŸa Tirk ya ji bo derbasbûna ji sînorê BaÅŸûrê Kurdistanê,  daxuyaniyek da....

Yekîneyên artêÅŸa Tirk yên beriya demekê xwestibû di ser sînorê navçeyên Colemêrgê Åžemzînan û Çelê biekvin herêma BaÅŸûrê Kurdistanê, doh dîsa hewl dan di ser sînorê navçeya Åžirnexê Qilabanê operasyonekê pêk bînin..

Lê ev hewldana artêÅŸa Tirk, rastî berxwedana gerîllayên HPGê hat..

Li gorî daxuyaniyê, eskerên li Girê Kura Çala hatin bicihkirin, xwestin li dijî herêma KêÅŸan ya girêdayî Heftanînê ye, operasyonekê pêk bînin.


Gerîllayên HPG yên 2 rojan tevger û amadekariyên artêÅŸa Tirk diÅŸopandin, beriya operasyon destpê bike, çalakiyek pêk anî û di encamê de, derbeyek mezin li yekîneyên artêÅŸê hat xistin..

Li gorî encamê destpêkê, eskerek hat kuÅŸtin, 4 esker jî birîndar bûn.

Nîvê ÅŸevê jî, di çalakiya duyemîn de, 3 esker hatin kuÅŸtin, 7 esker birîndar bûn.

HPGê destnîÅŸan kir ku piÅŸt ÅŸer, artêÅŸa Tirk bi helîkopterên Kobra û topên hawan û obusan êrîÅŸî herêmên Deriyê Dawetiya, Geliyê KêÅŸan, Heftanîn, Bêtalma û KuranîÅŸê kirin.

HPGê diyar kir ku çapemeniya Tirk hewldana operasyonê ya doh weke tevgera eskerî ya mezin nîÅŸan daye û got, nûçeyên hatin weÅŸandin, ji rastiyê dûrin û artêÅŸa Tirk jî, hejmara eskerên hatin kuÅŸtin, ji raya giÅŸtî vediÅŸêre..

HPGê da zanîn ku di ÅŸer 2 gerîllayên wan jî, jiyana xwe ji dest dane..

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan ev in:

Lokmak Ustek ê bi navê kod Kendal Åžirnax, sala 1986'an li Åžernexê hatiye dinê û di 2004'an de tevlî gerîla bûye.

Enis Alkan ê bi navê kode Rênas ZerdeÅŸtî, sala 1978'an li Wanê hatiye dinê û di 2004'an de tevlî gerîla bûye.


HPG derbarê çalakiyên li Botan û Zagrosê de jî, agahî dan.
Li gorî daxuyaniyê, di çalakiya li Gabarê de 4 esker hatin kuÅŸtin.

Gerîllayên YJA STAR'ê jî, li Zagrosê li dijî hêzên operasyonê çalakiyek pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê daxuya kirin ku gerîllayan li Girê DeÅŸta
Lala yê girêdayî Gabarê ye, li dijî eskerên derketin operasyonê çalakî lidar xistine.

Çalakî 11'ê Hezîranê pêk hatIye de, 4 esker hatin kuÅŸtin, gelek esker jî, birîndar bûne..

PiÅŸtî çalakiyê û wendahiyên artêÅŸa tirk, operasyon bê encam bidawî bûye.

Gerîllayên YJA STAR'ê jî, li dijî Girê Helîkopter yê Zagrosê çalakiyek pêk anîn.

Çalakî 16'ê Hezîranê  pêk hatiye û di encamê de, eskerek hat kuÅŸtin.

HPG ragihand ku piÅŸtî çalakiyê, gerîllayan bi sîlehên giran li Girê Helîkopter dane û tê gotin, dibe ku hejmara kuÅŸtiyên artêÅŸê zêdetir be.

Di daxuyaniyê tê gotin, artêÅŸa Tirk êrîÅŸên xwe yên bi topên hawan û obusan jî dewam dike.

Li gorî vê yekê, 16'ê Hezîranê, Girê xwedê yê Zagrosê hatiye bombekirin..

Her weha Mile Bayê, Gire Bêtalma, Gundê Bêtalma û herêma Haftenînê jî, bi obus û hawanan hatine bombekirin.

Li gorî agahiyên dawiyê bidest ketine di navbera gerîlayên HPG'ê u yekîneyên artêÅŸa tirk de li herema Deryaya ReÅŸ ÅŸer qewimiye.

Çavkanî radigihînin ÅŸerê qewimiye li bejahiya gundê Tutenlî ya  navçeya Kelkîtê ya GumuÅŸxaneyê ru daye.

Di derbarê ÅŸerê ku di encama operasyona artêÅŸa tirk ya li hermê dabû destpê kirin de hetan niha derbarê wendahiyan de ji çavkaniyên fermî ti agahiyek nehatiye bidestxistin.




Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Di meha tebaxê de 34 jin hatin »  Di meha tebaxê de 34 jin hatin

Li Tirkiyeyê her diçe hejmara jinên ku tên qetilkirin zêde dibin. Di meha tebaxê de 34 jin ji...

Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate AÅŸtiyê' »  Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate...

Li Colemêrgê, ji aliyê 43 rêxistinên sivîl yên civakî ku endamên Platforma Demokrasiyê ya...

DOKH: Berpirsiyarê girtiyên nexweÅŸ hikûmet e »  DOKH: Berpirsiyarê girtiyên nexweÅŸ...

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Nurettîn...

Xebatên 'Eniya Boykotê' didome »  Xebatên 'Eniya Boykotê' didome

Xabatên boykotkirina referandûma 12'ê îlonê ya "Eniya Boykotê ya Kedkar û...

Cenazeyê Endamê HPG'ê Ozkurt ji aliyê hezaran kesan ve hate veÅŸartin »  Cenazeyê Endamê HPG'ê Ozkurt ji aliyê...

Cenazeyê Endamê HPG'ê Fesîh Ozkurt (Bawer Mûş) ê ku li di pevçûna li Çiyayê Tendûrekê...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.