Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Tue, 13 Jul 2010 03:48:00

Li Herêma Kurdistanê hikûmet çapemeniyê serbixwe bi sînor dike

Tue, 13 Jul 2010 03:48:00
3.5 / 5 (3 Votes)
Her çend gelek şidet û êrîş ji aliyê saziyên herêmê ve li hemberî çapmeniyê pêk hatine, dîsa jî rojameger rastî astengiyan tên.
Li Herêma Kurdistanê hikûmet çapemeniyê serbixwe bi sînor dike
Her çend gelek ÅŸidet û êrîÅŸ ji aliyê saziyên herêmê ve li hemberî çapmeniyê pêk hatine, dîsa jî rojameger rastî astengiyan tên. Yek ji pirsgirêkên sereke ku rojnameger pê re rû bi rû dimînin, boykotkirina çapmeniya derveyî deshilatdariyê ye ku ji aliyê rayedarên hikûmeta herêmê ve tên boykotkirin.

Mijara boykotkirin an jî vederkirina çapemeniya muxalîf a li herêmê di dema vegera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji Tirkiya, Almaniya û Fransayê gihiÅŸt qonaxeke girîng. Dema Barzanî zivrî herêmê li Balafirxaneya Nevdewletiya Hewlêrê civîneke çapmeniyê pêk anîbû. Di vê civîna çapmeniyê de tu saziyên serbixwe yên çapmeniyê yên ji desthilatdariyê dûr, negirtin vê civînê. Bi taybetî Buroya Çapemeniyê ya Serokê Herêmê gazî saziyên serbixwe nekir. Rojnamegeran jî ev yek wekî veÅŸartina agahiyan û xwe xilaskirina rayedarên herêmê ji pirsên cidî yê rojnamegeran, nirxand.

Yên nêzî xwe dawetî civîna çapmeniyê dikin

Di civînên navborî de Serokatiya Herêm û Hikûmeta Herêma Kurdistanê herî zêde saziyên çapemeniyê yên nêzî xwe dawet dikin. Li gorî agahiyên bi dest ketine, rojnameyên mîna; Awêne û Hawlatî, di gelek civînên partiyên deshilatdar de, biryar girtine ku daxuyanî û pêwendiyên xwe qut bikin û van civinan neÅŸopînin.

Kiryarên li dijî yasaya rojnamegeriyê

Ev gilî û gazinên çapemeniyê ji ber binpêkirina benda 4'emîn a xala 7'emîn a Yasaya Rojanmegeriyê li Kurdistanê ku di 2007'ê de li perlemantoya Herêma Kurdistanê hatiye pejirandin. Ev xal wiha ye: “ Mafê rojnamger heye ku beÅŸdarî hemû civînên çapmenî û çalakiyên giÅŸtî bibe û mafê wî ya bidestxistina agahiyên giÅŸtî heye.”

Lê rojnameger bi gazinc in ku ev xal bi tenê li ser kaxizê maye.



Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Di meha tebaxê de 34 jin hatin »  Di meha tebaxê de 34 jin hatin

Li Tirkiyeyê her diçe hejmara jinên ku tên qetilkirin zêde dibin. Di meha tebaxê de 34 jin ji...

Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate AÅŸtiyê' »  Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate...

Li Colemêrgê, ji aliyê 43 rêxistinên sivîl yên civakî ku endamên Platforma Demokrasiyê ya...

DOKH: Berpirsiyarê girtiyên nexweÅŸ hikûmet e »  DOKH: Berpirsiyarê girtiyên nexweÅŸ...

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Nurettîn...

Xebatên 'Eniya Boykotê' didome »  Xebatên 'Eniya Boykotê' didome

Xabatên boykotkirina referandûma 12'ê îlonê ya "Eniya Boykotê ya Kedkar û...

Cenazeyê Endamê HPG'ê Ozkurt ji aliyê hezaran kesan ve hate veÅŸartin »  Cenazeyê Endamê HPG'ê Ozkurt ji aliyê...

Cenazeyê Endamê HPG'ê Fesîh Ozkurt (Bawer Mûş) ê ku li di pevçûna li Çiyayê Tendûrekê...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.