 Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, bertek nîşanî helwesta Serokwezîr Erdogan a “Ez dê bi BDP'ê re bihatama cem hev, lê CD hatin pêş min, ez vegeriyam" da. Demîrtaş, anî ziman ku Serokwezîr ji ber şerê nikare bi me re bê cem hev. Demîrtaş, destnîşa kir ku ew her tim alîgirê yekîtiyê ne û wiha got: "Lê ger ku çareserî pêk neyê, ne ez ne Hasîp Kaplan û ne jî Ertugrul Ozkok dikare hewldana cudakariyê asteng bike."
Serokwezîr Tayyip Erdogan, piştî hinteca hevdîtina xwe ya bi BDP'ê ya "Ji ber ji fêdê distînin" nîşan da, vê carê jî CD'ên ji wêne û dîmenên îşkenceya li endamên HPG'ê hatine kirin wekî hincet nîşan da û got "Mi dê hevdîtin pêk bianiya, lê piştî CD hatin pêşberî min, min dest ji hevdîtinê berda."
Demîrtaş, da zanîn ku ew gotina Serokwezîr a "Ji terorê sûdê digrin" cîdî nagrin û wiha got: "Tiştê ku hatiye serê partiya me, êşên ku bi serê gelê me hatine, dide xuyakirin ku name tê çi wateye. Tiştên ku bi serê gelê me û partiya me de hatine bêser û bin e. Di pêvajoya şer de herî zêde gelê me û partiya me mexdûr bûye. Ger ku nema ev be bila xwedê duqatê vê nemayê bide AKP'ê." Demîrtaş, anî ziman ku polîtîkiya çareseriya AKP'ê tune û
‘Erdogan ji ber nikare van dîmenan reva bike bi me re hevdîtênê çênake'
Demirtaş, bertek nîşanî hinceta Erdogan a "Ji ber min CD dît min dev ji hevdîtê berda" rexne kir û wiha got: "Erdogan berê got 'Ji ber cenaze tên ez nikarim hevdîtinê pêk bînim' niha jî CD yan dike sedem. Ji ber ku Serokwesîr nikare vê şerm û dîmenan vebêje şerm dike bi me re hevdîtinê pêk bîne. Ji ber nikare sucê mirovahiyê reva bike bi BDP'ê re hevdîtinê nake. Dizane ku dema em hevdîtine çekin em dê van dîmenan bînin pêş wî. Em dê sedema vê yekê jê bipirsin. Ji ber nikare hesabê vê yeke bide naxwaze bi me re bê cem hev. Dibêje piştî min CD temaşe kir min fikra hevdîtinê guhert. Sedemê van dîmenan kiye? BDP ye an AKP ye? Ew jî dizanin sedemê van dîmenan ew bi xwe ne. Ger ku piştî dîmen temaşe kiribûn û nayê hevdîtinê ji şerma nikare. Ruyê wî ranake. Serokwezîr hesabê bûyerên Gazzeyê dipirse, em jî dê hesabên bûyerên li Tirkiyeyê pêk tên ji Serokwezîr bipirsin.
Demîrtaş derbirî ku ev heta dawi wisa naçe û dê rojekê bê hevdîtinê pêk bînin û hesabê vê yekê ji Serokwezir bipirsin. Demîrtaş, destnîşan kir ku dê rojekê riyên diyalogê vebin û wiha dom kir: "Dê rojekê riyên diyalogê vebin. Em dê heta dawî di muzekereyan de israr bikin. Em dê van pêkanînên li dijî cenazeyên HPG'ê hatine kirin bibin Ewropayê. Lê em dixwazin berî her tiştî vê yekê li Tirkiyeyê çareser bikin. Lê ger em li Tirkiyeyê encamê bi dest nexin em dê van pirsgirêk û dîmenan bibin NY, DMME'ê û YE'ê. "
Demîrtaş, nirxandinên Ertugrul Ozkok ên 'Qetandinê' jî nerînên xwe anin ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em tu carî ne alîgirê cudakarî û qetînê ne. Em her tim alîgirê yekîtî û tifaqê ne. Lê ger ku pirsgirêk bi riya diyalog û aştiyê çareser nebe jî ne ez, ne Hasip Kaplan û ne jî Ertugrul Ozkok dikare rê li pêşiya vê daxazê bigre."
Demîrtaş, destnîşan kir ku gelê kurd cudakariyê û qetandinê naxwazin û dixwazin bi riya aştî, demokrasî û edaletê pirsgirêkê çareser bikin. |
|
Li çiyayên Gabar û Çûdî û Besta yên Åžirnexê çend heftene daristan ji aliyê leÅŸkerên derdikevin operasyonê ve tê ÅŸewitandin, lê rayedarên dewletê sazî û komeleyên derdorparêz li hemberî vê ÅŸewatê kor, ker û lal in. Ji ber bêdengiyê ÅŸewata daristanan zêde dibe. Herî dawî duh li Çiyayê Besta jî ÅŸewata daristanê dest pê kir.
Li herêmê leÅŸkerên derdikevin operasyonê, di vegerê de daristan, dahl û rezên herêmê didin ber agir û ÅŸewatê derdixin. Ji ber ku ÅŸewata daristanan ji aliyê leÅŸkeriyê ve tên astengkirin, welatiyên herêmê bêçare dimînin û neçar neçar temaÅŸe dikin. Di ÅŸewata daristanan de li aliyekî bi hezaran hektar zevî tên ÅŸewitandin û bi milyonan TL zerar maddî çêdibe. Lê ligel vê yekê ne derdorparêz û ne jî rayedarên hikûmetê dengê xwe bilid dikin. Vakfa TEMA ku kampanya "Bila Tirkiye nebe çolistan" daye destpêkirin, li hemberî ÅŸewata daristanên herêmê ker û kor e. Her wiha dîsa saziya navneteweyî Greenpace ku li dijî santralên hîdro têkoÅŸînê dimeÅŸîne li hemberî tahrîbata ekolojiyê bêdeng e.
Çiyayên Gabar, Cudî û Besda di nava pêtên agir de ye
Agirê 10 rojin li çiyayên Gabar û Cudî didome niha jî li Çiyayê Besta dest pê kir. Li çiyayê Gabar û Cûdî nêzî 10 rojan ÅŸewatê bênavber dom kir. PiÅŸtî qada daristanî tev ÅŸewitî, agir ji xweber vemirî. Dahl û rezên welatiyan ÅŸewitîn, bi hezaran teyr, teba çûk û kezik di nava pêtên agir de qijilîn. Bi taybetî daristanên herêma Dîvîn, Kenya Mêwî, Dola Hirçê, Çala Goza, Kenya GuhuÅŸ hemû bûn xwelî.
Fermandarê Qereqolê: Ev ax ji mere nabe em biÅŸewitînin
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leÅŸkerên girêdayî Tabûra Cendermeyan a Besta û cerdevanên Sêgirkê, li Girê Hêrimya yên girêdayî Cudî piÅŸtî derketin operasyonê daristan ÅŸewitandin. Cerdevanekê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku leÅŸkerên derketin operasyonê di vegerê de ÅŸewat derxistin. Cerdevan, anî ziman ku Fermandarê Qereqohê gotiye 'Ji xwe ev ax ji mere nabe em wê biÅŸewitînin' û agir berdaye daristanê.
Çiyayê Kîlîsê 4 rojin diÅŸewitin
Herêma Kîlîsê ya Gabarê jî ÅŸewata ku ji aliyê leÅŸkerên derketibûn operasyonê jî 4 roj berê dest pê kiribû didome. Bi hezaran hektar daristan bû xwelî, lê hêj rayedar û derdorarêzan li hemberî vê yekê neketine nava hewldanan. Åžewata li Çiyayê Gabarê ku 4 roj berê ji aliyê leÅŸkeran ve hatibû derxistin her ku diçe mezin dibe û belav dibe. Åžewat bi taybetî li herêma KereÅŸa, Zêwê û Biyava belav dibe. Her wiha ÅŸewata 2 roj berê ji aliyê leÅŸkeran û cerdevanan ve dest pê kiribû didome.
'Bi hinceta ewlehiyê herêm diÅŸewite'
Seroke Rêxistina BDP'ê ya Åžirnexê Abît Îke, diyar kir ku leÅŸkerên li çiyayên Cudî, Gabar û Besta derdikevin operasyonê bi zanebûn daristanê diÅŸewitînin. Îke, anî ziman ku tehamulê wan ji kurdan re tune û hemû daristana herêmê diÅŸewitînin. Îke, saziyên derdorparêz û rayedarên hikûmetê jî rexne kir û wiha got: "Li hemberî ÅŸewata daristanan bêdegn dimînin. Bi hinceta ewlehiyê bi salan e daristanên me, dahl û rezên me tên ÅŸewitandin. Ev bi zanebûn tê ÅŸewitandin." Åžaredarê Åžirnexê Ramaza Uysal jî bêdengiya li hemberî ÅŸewata daristanan rexne kir û wiha got: "Em hemû dibînin ku li rojava darek tê ÅŸewitandin hemû Tirkiye radibe ser piyan. Lê li herêmê 10 rojin daristan tê ÅŸewitandin. Bi hezaran dekar daristan ÅŸewitî, mixabin kes dengê xwe nake. Arman zerardayina herêmê ye. Dahl û rezan jî diÅŸewitînin. Nêzî hezar donim zeviya min a Gundê Dîvînê ÅŸewitandin. Divê rayedar vê bêedaletiyê bibînin.
|
|