Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina ÇarÅŸema bihûrî de, bûyerên bi Plana Darbeya Balzoyê rûdane, nirxandin.
Ocalan anî ziman ku bûyer di bin kontrola Emerîkayê de pêk tên û got: "Ev Plana Balyozê, hinek ji ya Ergenekonê cûdatir e. PiÅŸtî ku Emerîkayê dît nikare bi van re bimeÅŸe, niha wan tesfiye dike."
Ocalan got, Kurdan lîstik xera kirine, Tirkiye neçare xwe biguhere û wê kurd jî wê wekî hêzeke demokratîk bên qebûlkirin.
OCALAN: BÛYER DI BIN KONTROLA DYA'YÊ DE PÊK TÊN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ÅŸerê desthilatdarî yê navdewletî yê bi girtina sûbayan hate rojevê, nirxand.
Ocalan anî ziman ku bûyer di bin kontrola DYA'yê de pêk tên û wiha dewam kir:
"Plana Balyozê li holê ye. Behsa bombekirina mizgeftan dikin. Ev tam harbûn e. Bi temamî tinekirina kurdan plan kirine. Fikirîne kurdan jî wekî yewnanan surgun bikin. Planên kuÅŸtin û surgunkirina gelek kesan kirine. Ev tiÅŸtek xeter e. Ev yek nêrîna min a, 'divê Kemalîzm ji nû ve were nirxandin' piÅŸtrast dike. Min digot, 'Tirkiye bi vê rewÅŸa xwe nikare dewam bike.' Wan xeyal kiriye, NATO jî piÅŸtgiriyê bide vê plana wan. NATO jî piÅŸtgiriyê nade komkujiyên bi vî rengî. Plan û dînîtiya vê planê li holê ye. Lê careke dest pê kirine û nikarin jê derkevin. Emerîka jî vê qebûl nake."
OCALAN: XETA NETEWEPEREST A RADÎKAL JÎ Û XETA ÎSLAMIYA NERM JÎ DI BIN KONTROLA DYA'YÊ DE YE!
Ocalan destnîÅŸan kir ku Emerîka, aliyê deÅŸîfre bûye û bi van operasyonan tesfiye dike.
Ocalan, diyar kir ku xeta neteweperest ya radîkal jî û xeta îslamiya nerm jî di bin kontrola Emerîkayê de ne û wiha got:
"Tirkiye niha di nav aloziyekê de ye. Li aliyekî CHP, MHP, kemlîstên nav-artêÅŸê, bi gotineke din, bermahiyên îttîhatiyan, yanî neteweperestên alîgirî komkujiyan. Hêza vî aliyî ne kêm e. Baskê rastgir yê Îsraîlê jî piÅŸtgiriyê dide van. Neo-conên Emerîka jî piÅŸtgiriyê didin van. Li aliyê din jî, aliyê kevneparêz ên ji AKP û Fetullahiyan pêk tê, hene. Ji Îsraîlê Netenyahû piÅŸtgiriyê dide van. A rast, tam Fetûlahî jî nîn in. Gelek cemaet hene, wekî organîzasyonekê tevdigerin..."
KURDAN LÎSTIK XERA KIRIN, TIRKIYE WÊ BIGUHERE Û WÊ KURD JÎ BÊN QEBÛLKIRIN
Ocalan wekî aliyê sêyemîn jî xeta demokratîk ya tevgera kurd û demokrat tesmîl dikin dest nîÅŸan kir û wiha axivî:
"Li ser Tevgera Kurd, gelek lîstik hatin lîstin. Xwestin tesfiye bikin. Encam çibû? PKK û gel li ber xwe da. Di qada demokratîk de, mezin û bi hêz bûn. Min jî, li vir bi sebreke mezin li ber xwe da. Û bi vî rengî lîstik xera bû. Êdî kurd tesfiye nabin. Ev hate dîtin. Lê belê nizanin wê bi vê rastiyê çi bikin û çawa bi vê rastiyê bijîn."
Ocalan nêrîna xwe ya ev pêvajo wê çawa bi dawî bibe jî wiha anî ziman:
"Li gorî min, di dawiya dawî de, wê li ser demokrasiyê wan li hev bînin. Wê Tirkiye biguhere. Dema Tirkiye biguher, wê kurd jî, wekî hêzeke demokratîk bên qebûlkirin. Min di nexÅŸeya rê de jî diyar kiribû. Ji bo kurdan, Xweseriya Demokratîk, çareseriyeke maqûl e."
Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk, rewÅŸa niha ya li Tirkiyê, weke avantajek nirxand.
Ocalan got, werin em Tirkiyê ji hegemonyaya neteweperest û îslamiya nerm rizgar bikin û weha dewam kir:
"Kî xwe baÅŸ bi rêxistin bike û siyaseteke rast bimeÅŸîne, wê qezenc bike. Divê xeta yekîtiya demokratîk were pratîk-kirin." û ev hiÅŸyarî kir:
'Bi avakirina Kurdistaneke biçûk dixwazin Kurdan sedsaleke din mijûl bikin'...
OCALAN: BI AVAKIRINA KURDISTANEKE BIÇÛK DIXWAZIN KURDAN MIJÛL BIKIN
Rêberê Gelê Kurd Ocalan careke din 3 riyên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd anîn ziman.
Ocalan got bi avakirina Kurdistaneke biçûk dixwazin hemû kurdan bi wir ve girê bidin û bi van gotinan jî bal kiÅŸand ser vê xetereyê:
"Ya yekemîn, helwesta înkar û tinekirinê, duyemîn bi avakirina Kurdistaneke biçûk, û pêvajoya sedsaleke din mijûlkirina kurdan bi xeyala Kurdistaneke mezin e. Wê hemû kurdan, bi riya Kurdistaneke biçûk kontrol bikin. Di demên derbasbûyî de çawa bi Ocaxên Ulkucu, xeta çepgir hat pasîfîzekirin, îro jî bi riya cemaetan dixwazin tevgera me pasîfîze bikin. Derfetên bi hêz ên aborî hene. Ev derfet jî xistine dewrê. Di vê çarçoveyê de jî hin malbatan bi xwe ve girê didin. 'Osman digot, 'pêÅŸiya min vekin, ez biçim hemû kurdên mûxafazakar bi rêxistin bikim.' Wekî vê gelek lîstik lîstin. Lê belê ti lîstik negihîÅŸt armanca xwe."
Ocalan bi bîr xist ku AKP li ser piÅŸta kurdên xwe yên hevpar, hewl dide tiÅŸtan bike û got:
"Di AKP'ê de her tiÅŸt girêdayî helwesta Tayîp Erdogan e. Lê ev nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Wê helwesta wan a ji bo kurdan çi be? Ya girîng ev e."
OCALAN: DI NAV VÊ ALOZIYÊ DE KÎ SIYASETEKE RAST BIMEÅžÎNE WÊ EW QEZENC BIKE
Ocalan rewÅŸa niha a Tirkiyê wekî reÅŸweke aloz nirxand û anî ziman ku, kî di vê pêvajoyê de karibe bersiva rast bide siyaseta rojane, wê ew qezenc bike.
Nêrînên Ocalan ên di vê mijarê de wiha ne:
"Kî di nav vê aloziyê de, xwe baÅŸ rêxistin bike û siyaseta rast bimeÅŸîne, wê ew qezenc bike. Yên me jî divê roj bi roj, siyaseteke têkûz bimeÅŸînin. Min ewqas besha girîngiya avakirina akademiyan kir. Îro pêwistiya wan li holê ye. Eger tiÅŸtên îro diqewimin rast fêm bikin, wê karibin girtinên dawî jî pûç derxin. Divê rêbertiya demokratîk ya herêmî ya xwe derxin holê. Ev biryarên girtinê, taktîkeke dewletê ye. Bi meÅŸandina siyaseteke rast, mirov bi rehetî dikare van girtinan pûç derxe."
Rêberê Gelê Kurd xwest ku gotina 'siyasetê bimeÅŸînin' wekî xebateke îlegal neyê fêm kirin û got:
"Di bingehê demokratîk de xebatên muazem ên dikarin werin meÅŸandin hene, ez dibêjim divê ev werin kirin.
"Ocalan vê hefteyê jî bal kiÅŸand ser pêwistiya jihevqetandina Kongreya Civaka Demokratîk, BDP û KCK'ê û xwest ev her sê qad tevlîhev neyên kirin.
OCALAN: DIVÊ XETA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK SERDEST BIBE Û JI BO ÇARESERIYÊ DIXWAZIM ROLÊ BILEYÎZIM
Ocalan destnîÅŸan kir ku niha di siyaseta Tirkiyê de ya girîng pratîkbûn e û dûre jî wiha dewam kir:
"Ez dibêjim em Tirkiyeyê ji xeta tund-neteweperest-nijatperest û xeta nerm-îslamî-muhafazekar, ji van her du hegemonyayan rizgar bikin. Ev xeta yekîtiya demokratîk e. Ev deh salin tim vê dibêjim, lê xebatekê li holê nabînim. Ev rewÅŸa kevneÅŸop a hêzên çepgir e. Hin tiÅŸt ji ber kirine û her tim wan dûbare dikin. Vaye girseyeke bi qasî çiyayan mezin heye, ez ji vê pêde dikarim çi bikim! Di vê navberê de min xebateke bêpempa meÅŸand. Di nav BDP'ê de be an derveyî wê de be, ya girîng ewe ku xebateke hevpar were meÅŸandin. Ji bo vê yekê desteya koordinasyonê dikare were sazkirin, xebateke hevdeng dikare pêk were, were meÅŸandin."
Ocalan careke anî ziman ku ew dixwaze ji bo çareseriyê rola xwe bileyze:
"Beriya demekê min nivîsa Avnî Ozgurel xwend. Digot 'Kurd, PKK û Ocalan mijarên cuda ne, lê ev têkildarî hev in û ketine nav hev, eger bi hev re li ber çavan neyên girtin pirsgirêk çareser nabe.' Digot 'her gava dixwazin Ocalan li derveyî pêvajoyê bê hiÅŸtin evê Ocalan xurtir bike.' Ev tesbîteke di cîh de ye. Rast dibêje. Di vê navberê de ez lava ji ti kesî, ji dewletê jî nakim. Min di nexÅŸerê ya xwe de destnîÅŸan kiribû. Hêna ku tenduristiya min derfetê dide, ez dixwazim rola xwe bilîzim."
Rêberê Gelê Kurd Ocalan, bi rasthatina 8'ê Adarê jî, nirxandinên girîng kirin..
Ocalan, got, "Divê jin hemû ÅŸêweyên azadiyê pêÅŸbixin.Li ser vê mijarê xwe zana bikin û bi felsefeya azadiye xwe biparêzin"
Ocalan, der barê Roja Zimanê Dayikê de jî peyamek da, û diyar kir ku ziman, erdnîgarî û çand bedena mirovan e û xwest herkes li bedana xwe xwedî derkeve.
OCALAN: ZIMAN, ERDNÎGARÎ Û ÇAND BEDENA MIROVAN E
LI BEDENA XWE XWEDÎ DERKEVIN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanê Kurd Ebumuslum Dogan ê li Semsûrê bedena xwe da ber agir bibîranî, û sersaxî ji malbata wî re xwest..
Ocalan, bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê, ev peyam da:
"Ziman û çand bedena mirovan e. Li bedenên xwe xwedî derkevin. Zimenek wisa req û rût bi serê xwe, ti wateyê îfade nake. Tevahiya van hevdû temam dikin. Eger ev yek di nava hevde bên nirxandin, bi civakeke demokratîk, maneya xwe îfade dike. Ji bo ziman, erdnîgarî û çandê, ji bo hemûyan ez dibêjim bedena mirovan.. Eger hûn li bedena xwe xwedî dernekivin, ti wateya wê namîne, bikêrî ti tiÅŸtî nayê..
OCALAN: DIVÊ JIN HEMÛ ÅžÊWEYÊN AZADIYÊ BI PÊÅž BIXE
Û XWE BI FELSEFEYA AZADIYÊ BIPARÊZE
Rêberê Gelê Kurd Ocalan, di beÅŸa dawî ya hevdîtana xwe de, azadiya jinê nirxand..
"Têkiliya di navbera jin û zilaman de, gelo jin dibin koleyê zilaman, yan jî zilam dibin koleyê jinan, ev yek dikare were nîqaÅŸkirin. Li gorî min di roja me de, herdû jî, bûne koleyên hev.. Divê têkiliya navbera jin û zilaman, baÅŸ were fêmkirin. Li ser kîjan esasî, jin û zilam wê bên cem hev, ev yek girîng e. Ez gihîÅŸtim vî temenê xwe, hê jî difikirim, eger ez û jinek bên ba hev, ezê li ser kîjan esasî û kîjan mijarê, bi wê re biaxivim. Slovaj Zîzek dibêje, 'TiÅŸta ku herî zêde min dixe nava heyecanê, bi jineke ku ji min zanatir re guftûgokirina felsefeyê ye..'
Bi jinan re, divê li ser bingeheke diyar diyalog û têkîlî, were danîn. Ez ji vê re dibêjim 'zimanê çêbûna gerdûnê, ÅŸêweya çêbûna gerdûnê.' Eger pîvanên têkîliyê li ser esasên azadiyê werin danîn, hingê dikarin bigihêjin Nîrvanayê. Ez li ser esasên rêzgirtinê nêzîkî jinê dibim. Eger jin ev qasî min diÅŸopînin e, ev tê wê wateyê ku ew bi hin aliyên min hisiyane. Ez nirxekî mezin didim jinê."
Ocalan, got, divê jin azadiya xwe biparêze, û wiha axivî:
"Divê jin hemû ÅŸêweyên azadiya xwe bi pêÅŸ bixe. Divê di vî warî de, xwe zanatir bike.. Jineke Îskenderiyeyî bi navê Hypatîa, ji ber ramanên xwe, ji aliyê Xiristiyanên wê demê ve bi cezayê mirinê tê ceza kirin. Ji jinikê re dibêjin, 'Tu li dijî qanûnên me rabûyî.' Li hemberî êÅŸkenceya ku lê dikin, jinik bi felsefeyê bersiva wan dide. Her ku ew êÅŸkencê lê dikin, ew bi felsefeyê xwe diparêze û felsefeya xwe dibêje. Ji ciwanên der û dora wê kombûne re dibêje, 'Hûn ji bo berjewendiyên xwe û ji dilbijiyeke qeba a cinsî nêzîkî min dibin. Ez vê nêzikahiyê qebûl nakim.' PaÅŸê ev jin, bi keviran tê lînckirin û wê dikujin. Divê jin jî ji bo azadiyê xwe bi vî awayî biparêze.."
Ocalan, mijara li Semsûrê ya Medîneya ji aliyê malbata xwe ve, bi saxî kirin bin axê jî bibîrxist..
û wiha got:"Li wir jin kirin bin axê, jinbûn û mirovahî kirin bin axê. Di navbera binaxkirina mirovekî û bi mîlyonan mirovî de ti ferq nîne.
Ocalan, hiÅŸyar kir ku di vê dewrê de, paÅŸvemayîna olî gelek bi tehluke ye, û xwest ji ber vê yekê jî, jin xwe pir pêÅŸbixin..
OCALAN: KAPÎTALÎZM MIROVAN TINE DIKE
Ocalan, di nirxandinin xwe de cih da bandorên sîstema kapîtalîst jî..
Her wiha Ocalan, anî ziman ku kapîtalîzm mirovan tine dike
"Gelek kesên betal hene. Jiyana xwendekarên zanîngeh qedandine, li qehwexaneyan diqede. Û nizanin ewê çi bikin. Ez dizanim, hê jî, hin hevalên me çixareyê dikiÅŸînin. Divê bi kapîtalîzmê nexapin. Pîrbûn girêdayî mejî ye. Divê hiÅŸê mirov bi hêz be. HiÅŸê mirov çiqasî bi hêz be, bedena wan jî bi hêz dibe. HiÅŸê mirov ne bi hêz be, û eger sîstem jî baÅŸ fêm nekiribe, bedena mirov jî, zû zeîf dikeve. Di pergala sermayedariyê de, dîtina heqîqetan û ÅŸîrovekirina wan gelek zahmet e. Ev pergal mirovan ji rê derdixe. Mirovên ji rê derdikevin jî, êdî bi kêrî ti tiÅŸtî nayên."