Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Fri, 18 Jun 2010 13:52:00

DAXUYANIYÊN OCALAN

Fri, 18 Jun 2010 13:52:00
3.5 / 5 (19 Votes)
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersiv da gotinên Serokwezîrê tirk Erdogan. Ocalan, gotinên Erdogan, wekî parçeyeke 'çanda tecawiz û zorê' nirxandin.
DAXUYANIYÊN OCALAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersiv da gotinên Serokwezîrê tirk Erdogan.

Ocalan, gotinên Erdogan, wekî parçeyeke 'çanda tecawiz û zorê' nirxandin.

Ocalan diyar kir ku Erdogan ew tehdît kiriye û got, ezê ji nasname û rûmeta xwe ti tawizê nedim, heta bêhna dawî li ber xwe bidim.

Ocalan anî ziman ku dewlet ji aÅŸtiyê ditirse û AKP jî bi temamî siyaseta Anglo-Sakson dimeÅŸîne.

Belê nêrînên Ocalan yên derbarê vê mijarê de gelek berfire hin.

Helbet emê di bultena xwe de cih bidin wan, lê belê di destpêkê de em bersiva Ocalan da Erdogan bi hev re temaÅŸe bikin.

OCALAN: ERDOGAN WEKÎ ZILAMEKÎ LI JINA XWE
DINÊRE, NÊZÎ KURDAN DIBE

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gotinên Erdogan di civîna koma xwe de anî ziman û BDP hedef nîÅŸan da, wekî parçeyeke çanda tecawiz û zorê nirxand.

Ocalan diyar kir ku piÅŸtî wî li gotinên Erdogan guhdarî kirine, gihiÅŸtiye vê baweriyê: " AKP bi temamî li gorî siyaseta Anglo Sakson tevdigere û ew ji bo vê anîne desthilatdariyê."

Ocalan bi bîr xist ku îngîlîzan bi dayina mafên ÅŸexsî ya kedkaran, Partiya Karker veguherandiye partiya sîstemê û wiha got:

"Niha jî heman konsept tê meÅŸandin. Dixwazin bi riya AKP'ê mafên ÅŸexsî bidin kurdan û bi vî rengî PKK'ê tesfiye bikin."

Ocalan bi van gotinan bersiv da êrîÅŸên Erdogan:

"Bersiva ku BDPê da Erdogan, divê wiha bûya. Erê, dibe ku ez partiyek û komeke biçûk bim. Lê belê nêzî 5 mîlyon kurdên dixwazin bi awayekî azad û îradeya xwe bijîn, piÅŸtgirî didin min. Kurdên li cem te û yên bi îradeya xwe ya azad piÅŸtgirî didin te jî hene. Li gorî dilê xwe tu dikarî bi wan re têkilî deynî. Ji ber ku ew bi îradeya xwe hatine cem te. Lê belê eger tu dixwazî bi me re bî, divê tu daxwaza me li ber çavan bigirî. Eger tu hewl bidî têkiliyê bi zorê bimeÅŸînî, hingê wê veqetîn were rojevê."

Ocalan nêzîkatiya Erdogan ya li hemberî kurdan, ÅŸiband nêzîkatiya zilam li jinê û got:

"Di zewacekê bi xwe de jî, têkiliya bi zorê nabe. Di jiyana civakî de jî ev yek wisa ye."

Ocalan destnîÅŸan kir ku dema lihevkirin nebe, civak ji hev vediqedin û ji bo vê gotina xwe jî, rewÅŸa Çekoslovakyayê wekî mînak nîÅŸan da.

Ocalan bi bîr xist ku niha jî Belçîka veqetînê nîqaÅŸ dike û helwesta kurdan jî wiha anî ziman: "Me gelek caran got. Em ne alîgirên veqetînê, alîgirê yekîtiya azad û wekhev in."

OCALAN: BILA BIRYARA XWE BI XWE BIDIN
EGER DEWLET AÅžTIYÊ BIXWAZE EZ AMADE ME

Ocalan li ser daxuyaniay KCK'ê ya wekî avakirina Kurdistana xweser wê karibe were rojevê jî got:

"Ev tiÅŸtek gelek cidî ye. Behsa rêveberina Kurdistanê dikin. Ez nabêjim nekin, biryarê hûnê bi xwe bidin. Ez nabêjim ÅŸer bikin an jî nekin. Åžertên min tên zanîn. Bila ti kes xwenespêre min û tiÅŸtekî neke, bila biryara xwe bi xwe bidin."

Ocalan helwesta xwe ya ji bo rojên bên jî wiha anî ziman:

"Ezê heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe bidim. Ji nasname û rûmeta xwe ezê ti tawizê nedim. Bila hemû gelê me bizane. Eger dewlet aÅŸtiyê dixwaze ez amade me. Bi qasî ku ez dibînim dewlet ji pêkanîna aÅŸtiyê ditirse. PKK jî, ji pêkanîna ÅŸoreÅŸê ditirse. Weke ku min got, pozîsyona min a li vir, pozîsyona aÅŸtiyê ye. Lê belê wekî ku min gelek caran gotiye, êdî mûxataban nabînim. Eger hukûmet nûnerekî biÅŸîne, parlemento jî di vê mijarê de biryarekê bigire û pêÅŸiya min veke, ezê karibim di nava 2 rojan de, hemû hêzên çekdar li qadekê kom bikim. Ji bo tiÅŸtekî wisa hêz û îdîaya min heye. Bi xwe jî ewle me. Em dikarin hêzên çekdar, bikiÅŸînin herêmeke di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê de. Hetta ev dever dikare devereke wisa be ku artêÅŸa tirk bikare wê bibîne jî. Divê Raya giÅŸtî ya Tirkiyê jî van bizane."

Ocalan behsa bîranîneke xwe ya dema dîl-girtinê jî kir û wiha got:

"Dema ez anîme vir, sûbayek hat got, 'a rast divê tu di nava ÅŸer de bî.' Lê belê ez ji bo nirxandina derfetên çareseriyê, çûm Ewrûpayê. Ji vê biryara xwe jî ne poÅŸman im."

Ocalan bi bîr xist ku hevalên wî piÅŸtgirî dane hewldanên wî yên aÅŸtiyê û bi disîplînî tevgeriyane û ji bo vê jî spasî hemû hevalên xwe kir.

Ocalan bi awayekî berfireh behsa siyaseta Anglo-Sakson jî kir.

Ocalan ev weke cewherê siyaseta îngîlîz bi nav kir û anî ziman ku ev siyaset ji dema Mustafa Kemal heta îro, çaresriya pirsgirêka kurd asteng dike.

Ocalan serdana MuÅŸtera Saziya Ewlekariya Gelemperî û Wezîrê Karên Hundur Atalay ya Îngilistanê jî wekî serdana ji bo îcazet girtinê nirxand.

Ocalan bang li hêzên baÅŸûrî jî kir û got, xetereya komkujiyan ya li hemberî hemû kurdan heye, divê vê xetereyê bibînin.

OCALAN: SED SAL IN ÇARENÛSA KURDISTANÊ
JI ALIYÊ VÊ SIYASETÊ VE TÊ DIYARKIRIN

Ocalan serdana MuÅŸteÅŸarê Ewlekariya Gelemperiyê Muammer Guler a li Îngilistanê jî wekî konsepteke nû û wergirtina îcazetê nirxand.

Ocalan bi bîr xist ku sed sale îngîlîz çaresenûsa Rojhilata Navîn û Kurdistanê diyar dikin û got; mirov vê wekî siyaseta anglo-sakson bi nav bike, wê rastir be.

Ocalan anî ziman ku ji sala 1920'an û pê ve ev siyaset di dewrê de ye û wiha dewam kir:

"Îngîlîzan, siyasetên Anglo-Sakson di salên 1920'an de pêk anîne. Mustafa Kemal ji 1916 heta 1924'an, li tevahiya 8 salan, dema siyaseta xwe diyar kiriye, bi kurdan re hevkarî kiriye. Ji bo îngîlîzan, petrolên Mûsûl-Kerkukê gelek girîng bûn. Bi awayek ji awayan, ingilîzan dixwestin wê bikin bin kontrola xwe. Mîna herêmên din ên bakur, li Mûsûl-Kerkukê bêhtir kurd li wan dijiyan. Û Mûsûl-Kerkûk jî hingê di nava sînorê Mîsak-î-Mîllî de bûn. Siyaseta Mustafa Kemal hevkariya bi kurdan re bû. Jixwe di axaftina Îzmîtê de behsa naskirina xweseriya ji bo kurdan dike. Destûra Bingehîn a 1921'ê destnîÅŸna dike. Di vê Destûra Bingehîn de mafên wisa hebûn. Dîsa di axaftineke din de jî, xweseriya ji bo kurdan tîne ziman. Lê belê îngîlîz ji bo Mûsûl-Kerkukê bixin bin kontrola xwe ketin nava tevgerê."

Ocalan diyar kir ku îngîlîz, Mûsûl-Kerkuk jî di nav de, li pey hewldana dewleteke Iraqê bû û awayê pêkanîna vê siyasetê jî wiha anî ziman:

Îngîlîzan bi riya alîgirên xwe Îsmet Înonu û Fevzî Çakmak, rêxistinkirina kadroyên îttîhatçi, Mustafa Kemal tenê hiÅŸt û di dawiyê de mustafa kemal neçar ma, bi wan re li hev were.

Ocalan anî ziman ku dûre jî, pêvajoya înkar û tinekirinê ya tê zanîn pêÅŸketiye û wiha dewam kir:

OCALAN: EV SIYASETA JI SALÊN 1920'AN Û PÊ VE,
ÎRO JÎ LI PÊÅžIYA ÇARESERIYÊ ASTENGIYEK E

"Li hemberî vê kurd qiyametê radikin. Åžêx Saîd îsyanê dike. Îngîlîz vê îsyanê jî bikar tînin û Mûstafa Kemal dorpêç dikin. Åžêx Saîd tê îdamkirin. Dûre serhilanên Agirî û Dêrsimê pêk tên. Ev siyaseta tinekirin, asîmîlasyonê û bêçareseriyê bi vî rengî gihîÅŸt heta îro."

Ocalan bal kiÅŸand ser roja cihûyan ya di siyaseta Anglo-Saksonan de jî û bi bîr xist ku cihûyan pêÅŸengiya îdolojiya tirkperestiya  fermî ya komara Tirk kiriye.

Ocalan destnîÅŸan kir ku ji sala 2002'an û pê ve jî siyaseta anglo-sakson bi riya AKP'ê siyaseta xwe dimeÅŸîne û wiha got:

"Di sala 2002'an de çi bûye, hema behs bikim. Dema ez nû anîme vir, hem li ser navê Ecevît û hem jî li ser navê Kivirikoglu hatin vir û bi min re hevdîtin pêk anîn. Yên hatin gotin, 'eger hûn dev ji cihêkarî û ÅŸîdetê berdin, wê rêbazên çaresariyê yên siyasî yên her awayî bên rojevê û emê karibin hertiÅŸtî nîqaÅŸ bikin.' Min bi xwe nêrînên xwe yên der barê mijarê de, ji sala 1990'î ve jixwe gelek caran anîbûn ziman. Min jî, ji wan re got, 'Dibe.' Heta me ji bo vê, hemû hêzên çekdar kiÅŸandin derveyê sînor. Vê pêvajoyê bi salan dewam kir. Lê belê pêwistiya vê yekê bi cih neanîn. Ti gav neavêtin. Bahçelî ji hundir ev siyaset asteng kir. Ji derveyê jî siyaseta Anglo-Sakson pêÅŸiya siyaseta çareseriyê girt."

Ocalan tiÅŸtên îro pêk tên wekî pêkanînên salên 1925'an nirxandin û got:

"Siyaseta Anglo-Sakson wê demê ji bo Mûsûl-Kerkuk, îroj jî, ji bo dewleteke girêdayî wan a li BaÅŸûr, piÅŸtgirî daye konsepta tesfiyekirina kurdên bakur.

OCALAN: JI BO FÊMKIRINA WÎ, DIVÊ MIROV SEDEMA DÛRXISTINA BAYKAL FÊM BIKE

Ocalan li ser mijara serokatiya Kiliçdaroglu ya CHP'ê jî got ew naxwaze tiÅŸtek teqez bibêje lê belê 2 îhtimal hene.

Ocalan wiha got:

"Ji bo fêmkirina serokatiya Kiliçdaroglu, divê mirov fêm bike ka derdora ÅŸerê taybet, çima Baykal dûr xist. Gelo, ji ber ku Baykal li pêÅŸiya çareseriyê wekî asteng didît tesfiye kir, an ji bo ku neçû ser pozîsyona lobiya ÅŸerê taybet, hate tesfiyekirin?. Mirov dikare vê pirsê ji tersê wê jî bipirse. Yanî, gelo ji bo pêÅŸiya çareseriyê veke, Kiliçdaroglu hat anîn an jî ji ber ku siyaseta miliyetçî ya Denîz Baykal têra wan nekir? Bersiva van pirsan wê pêvajoya li pêÅŸiya me diyar bike."

Ocalan anî ziman eger îhtimala yekemîn rast derkeve, wê çareserî pêk were, lê belê Ocalan da zanîn ku ew vê yekê wekî îhtimaleke qels dibîne.

Ocalan diyar kir ku BDP bi helwest û siyaseta xwe dikare rê li ber zelaliye van îhtimalên behs dike veke.

LI HEMBERÎ HEMÛ KURDAN XETERA KOMKUJIYAN HEYE,
BILA ZÊDEDIR BAWERIYA XWE BI HÊZÊN DERVE NEYNIN

Ocalan li ser rewÅŸa Îranê anî ziman ku di rojên bên de, pêvajoyeke diyalogê ya bi Îranê re dikare dest pê bike û Îran bi diyaloga bi kurdan re dikare, ji zextên navnetewî û dorpêçkirinê, rizgar bibe

Ocalan der barê Suriyê de jî axivî û got ew bawer nake dewleta Suriyê tevlî konsepta tinekirina kurdan bibe û ji kurdên li vî welatî xwest ku têkoÅŸîna rêxistiniya demokratîk xurtir bikin.

Ocalan, Barzanî yê piÅŸtî Tirkiyê, çû Almanya û Fransayê jî hiÅŸyar kir û wiha got:

"Li hemberî hemû kurdan, xetera komkujiyan heye. Bila vê xeterê bibînin. Bila zêde baweriya xwe bi hêzên derve neynin. Hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe dikarin, bi awayekî çav-girtî kurdan bifiroÅŸin. Heta ew dikarin dewleta li BaÅŸûr jî bi rehetî bifiroÅŸin."

Ocalan, kampanya jinên kurd li hemberî çanda tecawizê dimeÅŸînin jî, nirxand.

Ocalan anî ziman ku kampanya ji noxteyeke rast dest pê kiriye, lê belê hinek teng maye.

Ocalan got, çanda tecawizê ya xwedî dîrokeke 5 hezar salî, bi helwestên hîsî û sembolîk na, lê belê bi helwestên fikrî û felsefî dikare were pûçkirin.

Ocalan helwesta modernîteya kapîtalîst ya li hemberî jinan jî, bi awayekî berfireh nirxand.

OCALAN: JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊ
DIVÊ ZÎHNIYETA ZILAMÊ SERDEST A  5 HEZAR SALÎ WERE ANALÎZKIRIN

Ocalan, kampanya jinên kurd li hemberî çanda tecawizê dimeÅŸînin, bi gotina rast nêz bûne, lê belê herhel hinek teng nêz dibin, nirxand.

Ocalan bi bîr xist ku kampanyayê hewaya protestokirina bûyerên tecawizê afirandiye û noxteya ku divê esas were girtin jî, wiha anî ziman:

"Ev çanda tecawizê, ji hezaran salan û vir ve, ji dema sîstema zilamê serdest jin dîl girtine dest pê kiriye û heta roja me ya îro hatiye. Divê jinên me, li hemberî vê zîhniyetê têbikoÅŸin. Femînîst wiha teng nêz dibin. Ez behsa tecawizên li malên ji rêzê pêk tên dikim. Bila tu kes  nebêje, li van malan, hertiÅŸt li gorî îradeya azad a jinan û tercîha wan pêk tê."

Ocalan bi taybetî xwest ku gotinên wî wekî dijberiya saziya malbatê neyên fêm kirin û anî ziman ku ew rêbaza bi pîvan û ya ku alî pê bawerriyê bi hev bînin, qebûl dike.

Ocalan xwest ku têkiliya jin û zilam wekî hunerekê be, lê belê dizane di ÅŸertên îro de pêkanîna tiÅŸtekî wisa gelek zehmet e.

Ocalan wiha dewam kir:

"Di ÅŸertên îro de, jina ku herî zêde bawerî bi xwe tîne, bi kîjan zilamê re dibe bila bibe, dixwazî zilamê herî îdeal be, piÅŸtî bi hev re bûnê, wê di nava 24 saetan de bikeve bin berpirsyariya wî zilamî. Ji ber ku sîstem wisa ava bûye. Sîstem bi temamî dîlgirtina jinê esas digire. Di eslê xwe de, jin li deverê tine."

Ocalan anî ziman ku li hemberî jinê 3 nêrînên cihê hene û wiha got:

Di mijara jinê de, 3 nêrînên cihê hene. 1. Nêrîna hestiyar. 2.Nêrîna xeyalî û 3. Nêrîna ramanî û felsefîk. Helbestvan û wêjevan bi hîsî û xeyalî nêzî mijara jinê dibin. Lê belê nêrîna me, ne xeyalî; ramanî û felsefîk e. Çanda tecawizê ya serdestiya zilam a 5 hezar salî ancak bi nêrîneke wisa ya ramanî û felsefîk dikarin ji holê were rakirin."

Ocalan diyar kir ku bi nêrînên hîsî û xeyalî mirov rizgar nabin û nêrîna nûjeniya kapîtalîst a li hemberî jinê jî wiha nirxand:

OCALAN: NÛJENIYA KAPÎTALÎST REALÎTEYA JINÊ VEDIÅžÊRE
Û NAVEROKA GOTINÊN EVÎN Û HEZKIRINÊ JÎ BEROVAJÎ DIKE

"Nûjeniya sermayedar ji bo berovajîkirina realîteya jinê, hertim aliyekî wê yê fîzîkî û cinsî wê derdixe pêÅŸ. Di bin navê modayê de wan dixe bazarê, çavên wan boyax dike, lê belê di rastiyê de jinê dike kole. Biryara  ka ewê çi li xwe bike, porê xwe çawa jê bike, kîjan bêhnê li xwe bike, kîloya wê û hertiÅŸtê wê, zilam bi xwe diyar dike. Naveroka gotinên evîn û hezkirinê vala dike.

Ocalan anî ziman eger di evîn û hezkirinê de, hurmeta li hemberî îradeya jinê hebe û li ser bingeha cewher û xwezaya jinê be, wê watedar be û nêrînên ji bilî evîn û hezkirinê jinê ji holê radikin û dibin parçeke çanda tecawizê.


OCALAN: NÊRÎNA ERDOGAN YA LI JÊN FAÅžÎZAN, NIJATPEREST Û NETEWEPEREST E!

Ocalan nêrîna Erdogan ya li hemberî jinê jî rexne kir û anî ziman ku nêrîna Erdogan, faÅŸîzan, nijadperest û neteweperest e.

Ocalan gotina Erdogan wekî herî kêm 3 zarok çê bikin jî, wekî hewlan jinê ji jiyana civakî, aborî û siyasetî dûrxistinê nirxand û wiha dewam kir:

"Nêrîna wan a îslamiyetê jî, jinê serdanpê dîzayn dike. TiÅŸtên li xwe bike, ew bi xwe diyar dikin. Roleke bi sînor didin jinê. Rengekî li gorî zilam didin jinê. Erdogan îradeya jinê tine dihesibîne û dibêje herî kêm 3 zarok çê bikin. Ti bi xwe nikarî biryara vê bidî. Ev mijarake ku jin bi xwe biryara wê bide ye. Ji ber ku ev yek bandorê li jinê dike. Divê mirov bi hurmet nêzî xwezaya jinê bibe û biryarê ji wê re bihêle."




Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Di meha tebaxê de 34 jin hatin »  Di meha tebaxê de 34 jin hatin

Li Tirkiyeyê her diçe hejmara jinên ku tên qetilkirin zêde dibin. Di meha tebaxê de 34 jin ji...

Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate AÅŸtiyê' »  Li Colemêrgê heta paÅŸivê 'Nobate...

Li Colemêrgê, ji aliyê 43 rêxistinên sivîl yên civakî ku endamên Platforma Demokrasiyê ya...

DOKH: Berpirsiyarê girtiyên nexweÅŸ hikûmet e »  DOKH: Berpirsiyarê girtiyên nexweÅŸ...

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Nurettîn...

Xebatên 'Eniya Boykotê' didome »  Xebatên 'Eniya Boykotê' didome

Xabatên boykotkirina referandûma 12'ê îlonê ya "Eniya Boykotê ya Kedkar û...

Cenazeyê Endamê HPG'ê Ozkurt ji aliyê hezaran kesan ve hate veÅŸartin »  Cenazeyê Endamê HPG'ê Ozkurt ji aliyê...

Cenazeyê Endamê HPG'ê Fesîh Ozkurt (Bawer Mûş) ê ku li di pevçûna li Çiyayê Tendûrekê...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.