Çalakiya ji hêla DTP'ê ve bi slogana, "Ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" li Amedê dabû destpêkirin, bi dawî bû. Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk bi boneya dawîbûna çalakiyê daxuyaniyek da û balkiÅŸand ser polîtîkaya AKP'ê ya di ÅŸer de israr dike. Turk bi gotina, "Bi êrîÅŸa dawî ya li dijî Birêz Ocalan fîtîla barotê hatiye pêxistin. Niha dibêjin tiÅŸtek wisa li Îmraliyê tune ye. Gelo hûn çima 15 rojan ji bo vê gotinê rawestiyan" nerazîbûn nîÅŸan da. Turk her wiha gotina Erdogan a wekî, "Yên yek al yek gel û yek ziman gebûl nekin bila derkevin herin" wekî, encama nêrînek nijadperest û lewçetiyê nirxand.
Çalakiya ji hêla DTP'ê ve bi slogana, "Ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" di 1'ê mijdarê de li Qada Batikentê ya Amedê dabû destpêkirin, bi dawî bû. Bi hezaran kesên serê sibê li qadê berhev bûn, sloganên, "Bêyî Ocalan jiyan nabe", "Îradeya çareseriyê Ocalan e", "Azadiya wî azadiya me ye" avêtin û li ber stranên "Oremar û Destana Zapê" govend girê dan. Li qadê gelek alên PKK û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ha tin vekirin. Di dema govendê de sloganên, "Kurdistan dê ji faÅŸîzmê re bibe goristan", "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk bi boneya dawîkirina çalakiyê daxuyaniyek da û pêÅŸveçûnên di rojevê de nirxandin.
'Polîtîkaya ÅŸer nehat qebûlkirin'
Daxuyaniya çapemeniyê eleqeyek mezin nîÅŸan da, ji hêla Gun Tv'yê ve bi zindî hate ÅŸewandin. Turk ku duyemîn civîna koma xwe li Amedê kir, diyar kir ku çalakiya xwe ya rûniÅŸtinê ya 48 seatan bê navber domandîn bi dawî dikin. Turk wiha got: "Me ev nerazîbûn li dijî polîtîkayên ÅŸer ên hikûmetê û tezkereya operasyonan nîÅŸan da. Me cardin bi awayek xurt riya çareseriya pirsgirêka kurd nîÅŸan da. Ji MeÅŸa Qesrokê heta niha derkete holê ku gel destûrê nade polîtîkayên ÅŸer û qebûl nake." Turk, ji hemû kesên beÅŸdarî çalakiyê bûne û saziyên wekî SDP, EMEP, ESP, KESK, TMMOB, Platforma Demokrasiyê ya Amedê û hemû derdorên demokrat kirin.
'AKP berpirsyar e'
Di axaftina xwe de Turk, mudahaleyên tund ên li Wan, Colemêrg, Gever û Îdirê li hemberî gel pêk hatîn jî bi tundî ÅŸermezar kir û wiha pêde çû: "Em gelê me yê ligel hemû zordariyan nerazîbûna xwe ya demokratîk aniye ziman, silav dikin. Ez ji hemwelatiyên me yên rastî îÅŸkenceyê hatine jî derbas bûnê dixwazim. Em Hikûmeta AKP'ê ji van pêkanînên derveyî mirovahiyê û îÅŸkenceya li kuçeyan berpirsyar digirin. AKP'ê piÅŸtî rewÅŸa aÅŸtiyê ya di sala 1999'an destpêkirî bikar neanî û welat ber bi felaketekê ve biriye. Agirbesta PKK'ê bi operasyonan hatiye bersivandin. Me di vê pêvajoyê de gelek caran hikûmet hiÅŸyar kir."
'Xwestine fîtîla barûtê pêbixin'
Têkildarî mijarê Turk derbirî ku ÅŸert û mercên çareseriyê çêbûne û ev tiÅŸt gotin: "Lazim e riya çareseriyê bêgirtin lê AKP'ê niha guhên xwe girtine. Hikûmete hemû firsat, paÅŸve dayîne. Bêberpirsyariya Erdogan bûye fatureya piÅŸta gel. Di salên dawî de lînc, operasyon, tezkere, girtin, binçavkirin û îÅŸkence bûye fatureya ji gel re hatiye birîn. Herî dawî bi êrîÅŸa li dijî Birêz Ocalan xwestine fitîla barûtê pêbixin. Li hemberî vê êrîÅŸê gelê kurd ev 2 hefteye li ser piyan e û nerazîbûna xwe nîÅŸan dide. Gelê me di van çalakiyan de bi taybetî daxwazek xwe tîne ziman. Lazim e heqaret û muameleya nebaÅŸ a li Girtîgeha Îmraliyê bê cezakirin. Lê ev daxwaza gel nehatiye dîtin û li hemberî gel ÅŸidet hatiye bikar anîn. Ev ÅŸidet bi kuÅŸtinan encam bûye. Bê cidiyeta AKP gelê me daxistiye kolanan. Di dawiya bûyeran de hemwelatiyek me jiyana xwe ji dest daye, gelek birîndar bûne û bi sedan kes hatine binçavkirin. Di mudahaleyan e bi deha kargehan ziyan dîtine. Serokwezîr di vê pêvajoyê di bi israr partiya me wekî sûcdar nîÅŸan daye. Lê berpisyarê van bûyeran yên Pergala Îmraliyê li hemberî civakê di warî polîtîk de wekî jantaj û gefan bikar tînin in."
'Serokwezîr derewan dike'
Tirk di dirêjiya axaftina xwe de wiha pêde çû: "Niha em dipirsin. Ku tiÅŸtên li Îmraliyê derew bin, hûn çima 15 rojan rawestiyan? Çima di dema we îÅŸkence, girtin û kuÅŸtina mirovan a li kuçeyan temaÅŸe dikir, we daxuyaniyek neda? Ku derew be keremkin bila heyetek serbixe an jî Komîsyona Mafên Mirovan a Parlementoyê biçe Girtîgeha Îmraliyê. Em rastiyan bizanin. Lê êdî em dizanin ku li vî welatî Serokwezîrek li rûyê mirovan temaÅŸe dike û derewan dide dû hev, heye. Serokwezîr di heman demê de gel jî sor dike. Li aliyekê gel sor dike, daxuyaniyên provokatîf dide û li aliyê din êrîÅŸî partiya me dike. Lê demek berî niha gotibû, 'Jin be jî zarok be jî em dê tiÅŸta pêwist bikin'. Li ser vê gotina wî li kuçeyan zaroka hatin kuÅŸtin û piÅŸtre jî wekî 'terorîst' hatin nîÅŸan dan. Yên kurdan dikujin, malên wan talan dikin û lînc dikin jî ji hêla Serokwezîr ve wekî 'hemwelatiyên bi hîstiyar' hatin nîÅŸan dan. Lê heman Serokwezîr niha dest avêtiye derewan û partiya me sûcdar dike."
'Mezinbûna DTP dibe tirsa AKP'ê'
Li ser mijarê Turk, derbirî ku projeyên wan ên aÅŸtî û çareseriye nayên dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê tirsa Erdogan kiÅŸf e. Mezinbûna DTP'ê wî pir ditirsîne. Dewlet û artêÅŸê wezîfeya 'kontrolkirina dengên kurdan' dabû AKP'ê. Lê AKP niha dibîne ku kurdan rastiya wê dît, ketiye nav tirsê. Kontarolkirina kurdan ji bo AKP'ê sedema hebûn û nebûnê ye. Lê em derbasbûyînê ji Birêz Serokwezîr re dixwazin. Li ÅŸûna riya çareseriyê bikar bîne û piÅŸtgiriya gel hilde, riya ÅŸidetê û înkarê hilbjart û ji gelê me jî dersa xwe hilda. Em wekî partî girîngiyek mezin didin hemû gotinên ji bo aÅŸtiyê. Em girîngiyê dini gotina, 'TêkoÅŸîna maf û azadiyan ne bi çekan bila bi qelem bê meÅŸandin' di cih de dibînin. Lê em di heman demê de valahiya daxuyaniyan jî dibînin. Hêza çekan ji hole rake di destê hikûmetê de ye. Di destê DTP'ê de nîne. Hikûmet dikare operasyona bide rawestandin û riya çareseriye veke. İsrara di operasyonan de ji xwe tê wateya kûrkirina ÅŸer."
'Tu kî ji welatê kî dikî der'
Turk bi gotina, "Yên di ÅŸer de israr dikin AKP ye. Erdogan rûyê xwe yê rast li Colemêrgê danî holê. Gotin, 'An ji me hez bike an jî welat terk bike' tam tê wateya ÅŸarlataniyê. Ev welat û al ya hemû kesên bi hev re ji bo van têkoÅŸiyan e.
Ya kurdan, tirkan û derdorên din e. Di tekela kesî de nîne. Lê helwesta Erdogan a tekperest û nijadperest, hemû derdorên din dawetî terkirina welat dike. Ev ne welatê me tevan e gelo? Tu kî ji welatê kî derdixî? Erdogan sorkirin û hewareta xwe ya li hemeberî gel didomîne. Niha diêje DTP gel sor dike lê li gotinên xwe nanêre. Serokwezîrek ji DYA'yê destûr standî niha gel ji welatê wî derdixe. Derketiye holê Erdogan Serokwezîrê kî ye."
'Bila Projeya Xweseriya Demokratîk bê nîqaÅŸkirin'
Turk, xwest ku bi lez dest bi van rê û dirban bê berdan û anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd pênga bên avêtin. Turk wiha axivî: "Divê ji ber hesesiyetên civakê pergala Îmraliyê ji holê bê rakirin. Divê li Îmraliyê pêwîstiyên hiqûqa gerdûnî bi lêz bi cihbînin. Bila pêrgala Îmraliyê ji bo ÅŸantaj û gefê karneînin. Bi beovaji bila wekî çavkaniya çareseriyê bê dîtin. Pêdiviyek maqezanona nû heye. Divê maqezagonêk sivîl bê çêkirin. Di maqezagonê de divê bi tarifa nasnameya yek nasnameya etnîk neyê kirin. Bila civê vê tarîfek welatiya magezagonî, ya gelek çandî, bê kirin. Bila bi maqezagona nû astengiyên li ber perwerde û weÅŸana zimanê zikmakî bê rakirin. Bila Projeya Xweseriya Demokratîk bê nîqaÅŸkirin. Ev modele ji bo çareseriya pirgirêkên Tirkiyeyê ya herî baÅŸe. Bila tu kes ÅŸikan nebe ku gelê me, wê bersiva kesên aÅŸtîxwaz, bi avayeki baÅŸ bide."
'Em ji bo aÅŸtiyê dibêjin hodrî meydan'
Turk, bang li gelê tirk kir û diyar kir ku armanca wan ya herî mezin pêkanîna biratiya gelane û da zanîn ku bilî vê ew tu tiÅŸtî qebûlnakin. Turk ev tiÅŸt gotin: "Siyaset, hunera hilberîna çareseriyê ye. Gelê me peyvir daye me ku em pirgirêkê bidin nîqaÅŸkirin û çareser bikin. Ji bo vê yekê pêdiviya diyalog û pêngavên somut hene. Divê ji bo pêngava yekem, ÅŸert û mercên Îmraliyê bên lêkolînkirin û ji raya giÅŸti re bi avayekî tatmînkar bê aÅŸkerakirin. Ji bo aÅŸtiyê peyvir ya Serokwezîre, divê ew ji bo çareseriyê pêngavekê biavêje. Heta niha me gelek carana xwestiye bi Serokwezîr re bikevin nava diyalogê, lê Serokwezîr bersiv nedaye me. Bi gotina 'Hodrî meydan' ev pirgirêk nayên çareserkirin. Keremken rûmet niÅŸandana îradeya wî gelî nîÅŸanê vî gelî bidin. Em werin cem hev û pirsgirêkê nîqaÅŸ bikin. Eger hûn dibêjin em ji bo demokrasî û aÅŸtiyê hene, em jî ji bo aÅŸtiyê dibêjin hodrî meydan"
PiÅŸtî daxuyaniya li ser pilatforma ku Cîgirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn DemîrtaÅŸ, Åžaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Prz. Osman Baydemîr û parlamenterên DTP'ê li ser bûn, çalakiya rûniÅŸtinê dawî bû. Girseyê bi sloganên Ocalan, DTP'ê oxir kirin.