Rêxistinên Civaka sivîl yên li Amedê jî derbarê serdana Erdogan ya Amedê de hiÅŸyar kirin..
Di daxuyaniya rêxistinan de tê gotin serdana Erdogan ya Amedê ne ji bo çareskirina pirsgirêka Kurd ji bo propagandeya hilbijartinên herêmiye..
Derbarê serdana Erdogan de GOÇDER'ê, TUHAY-DER'ê, Egîtim Senê û ÅŸaxê ÎHDê yê Amedê bi hev re daxuyaniyek dan..
Serokê GOÇDER'ê yê Amedê, Dursun OzdoÄŸan got, eger Erdogan were Amedê wê rastî nerazîbûnên tund were..
Ozdogan got,di xwepêÅŸandanên 15'ê û 18'ê Sibatê de polês û waliyê Amedê bi awayekî tund bi ser gel de çûne û ji ber hindê jî gelê Amedê ji Erdogan neraziye û wê Erdogan bi nerazîbûnan pêÅŸwazî bikin.
Seroka TUHAY-DER'ê Muzeyyen Sevim jî got, em nêzîkahiyek ji bo çareseriya pirsgirêk gelê Kurd nabînin.
Sevim got em siyaseta Erdogan a ji bo Amedê baÅŸ nasdikin beriya ku bibe serowezîr hat Amedê û got, pirsgirêka Kurd ya me hemûyane û riya çareseriyê jî di Amedê re derbas dibe..
Lê dema, bû serokwezîr, bû serokê hukûmeta ÅŸerê li dijî gelê Kurd bi taybetî jî dema gotî "Jin jî be Zarok jî be ya pêwîst wê hêzên me yên ewlekariyê bikin emrê kuÅŸtina jin û zarokên Kurdan daye..
Serokê ÅŸaxê EÄŸitim Sen yê Amedê Ebdullah Karahan jî got, em weke kedkar û Kurd me ti bawerî ne bi Erdogan ne jî bi hukûmeta wî maye.
Nûnerê Komeleya Mafê Mirovan ÎHD'ê yê herêmê Ali Akıncı jî got, Erdogan digot pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn ya Tirkiye ye û got ev pirsgirêk ya mine jî ez dê vê pirsgirêkê çareserkim.
"Lê cihê daxêye ji wê roja heta roja îro Erdogan pirsgirêka Kurd avêtiye piÅŸt guhê xwe.
Akincî dawiyê jî ev gotin, herî dawî di xwepêÅŸandanên 15'ê û 18'ê Sibatê de polês û eskeran li Amed û Batmanê hêzêke zêde li dijî gelê Kurd bi kar anî û ev jî berhemê hukûmeta AKP'ê ye.