Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Sun, 15 Mar 2009 04:15:00

Li Cizîrê coşa DTP’ê

Sun, 15 Mar 2009 04:15:00
0 / 5 (6 Votes)
Hevseroka DTP’ê Emîne Ayna li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê di mitînga ku zêdetir 50 hezar kes amade bûn de, balkişande ser gotina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ya "Yek gel, yek ziman û yek al" û wiha got: "Vê zihniyetê Ergenekon û kuştinên kiryar nediyar derxistine holê."

Rawestgeha Hevseroka DTP’ê Emîne Ayna ya îro bû herêma Åžirnexê. Vê sibê Emîne Ayna û kesen pê re li daketina Navçeya Hezexê ji aliyê konvoyek ji hezar û 500 wesayîtan pêk ve hate pêÅŸwazîkirin. Konvoya DTP’ê li Hezexê ji aliyê 15 hezar kesan ve bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e”, “Deng namûse nayê firatan” hate pêÅŸwazîkirin. Hevseroka DTP’ê Emîne Ayna, Parlamentera DTP’ê ya Åžirnexê Sevahîr Bayindir û Hasîp Kaplan, Serokê Rêxistina DTP’ê ya Åžirnexê Halîl Îrmez, ÅŸaredarên Cizîr, Silopî, Qileban, Êlkê, û ÅŸaredarên hemû bajarokên Åžirnexê di konvoyê de cih girtin. Namzetê Åžaredariya Hezexê Resul Sadak, li vir axivtinek kir û anî ziman ku dê hem xwe hem jî bajarê xwe rêve bibin.

 


Konvoya DTP’ê li Hezexê ji aliyê 15 hezar kesan ve hate pêÅŸwazîkirin

Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, bi slogan "Kurdistan bi we serfiraze" derkete ser dikê û got ku sekna kurdan ya bi rûmet li çar aliyê Tirkiyeyê xwe daye nîÅŸnadan. Ayna wiha pêde çû: "Gelê kurd li her derê heman tiÅŸtî di qîre; AÅŸtî aÅŸtî aÅŸtî. Me jî got kurdek li kube em jî li wê derê ne." PiÅŸtî axivtinê Konvoya DTP'ê berbi Cizîrê ve derket rê.

50 hezar kes tevli mitînga Cizîrê bûn

PiÅŸtî ku konvoya DTP'ê kete Cizîrê girseya qelebalix hemû rêyên Cizîrê li trafîkê re girtin. Ji ber qelebalixê konvoy piÅŸtî saetekî gihiÅŸte qada mitîngê. Li cizîrê bi nêzî 50 hezar kesan konvoya DTP'ê bi çapik û slogana pêÅŸxazî kir. Di mitînga li ber avahiya DTP'ê ya Cizîrê hatiye lidarxistin de alên PKK'ê û yên Konfederalîzma Demokratîk hatine vekirin û sloganên 'PKK halktır halk burada', “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e”, “Deng namûse nayê firatan”, Walî îstîfa", "Åžehîd namirin", "Erdogan xwe ÅŸaÅŸ neke sebrame neqedîne" û "Ciwan fedayiyê Apo ne" hatin avêtin. Ji ber ku qada mitîngê teng bû gelek kesan li ser ÅŸaneÅŸîn û banê malan mitîng temaÅŸe kirin. Namzetê Åžaredariya Cizîrê Aydin Budak di mîtîngê de axivtinek kir û anî ziman ku ev qelebalix bi saya Orhan Dogan, Ebubekîr Denîz, Serdar TaniÅŸ, Yahya MenekÅŸe û bi hezaran kesan li vir kom bûye.

'Nekarîn bi pere qadan tije bikin'

PiÅŸtî, Budak Hevseroka DTP'ê Ayna, ji gel re axivtinek kir û diyar kir ku gelê Botanê êdî ji dewlet û pergalê re dibêje êdî bese. Ayna wiha axivî: "Ji bo Cizîrê gotin êdî bê wateye. Hûn mirovên cîhanê yên herî delal in." Ayna, di berdewama axivtina xwe de mitîngên Erdogan rexnekir û ev tiÅŸt gotin: "Erdogan nikare bi peretî jî qadan tîje bike. Bila bê Botanê û bibîne çewa qad tên tîjekirin. Ew gelek cihan ji bo ku tevli mitînga bibin serê kesî 50 TL yan didin. Lê ew bi milyaran bide gelê me nikare bibe mitîngên xwe." Ayna, li ser bîrên BOTAÅž'ê sekinî û got ku ew niha hesabê didin hestiyên ÅŸehîdên me. Ayna, balkiÅŸande ser gotina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ya wekî "Yek gel, yek ziman û yek al" jî û got, "Vê zihniyetê Ergenekon û kuÅŸtinên kiryar nediyar derxistine holê." Ayna diyar kir ku Tirkiye di nava tariyekî de ye û wiha domand: "Rêya ji vê tariyê derketinê çêkirina maqezagonek nûye. Divê em pêkanînên ku mirovan derdixe çiyê ji holê rakin."

 






 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.