Li navçeya Mêrsînê Akdenizê malbateke Kurd a ji MûÅŸê, rastî hewldana lîncê hat.
Malbata Ozmen li taxa Akdenizê Karaduvarê dimîne.
Zarokekî malbatê dema ku ji dibistana destpêkê ya Ersîn Celîle Oner vedigeriya rastî êrîÅŸa hin ciwanan hat.
Endamên malbatê yên bûyer dîtin xwestin bikevin navberê.
Li ser vê yekê, ciwanên ku li zarokê malbata Ozmen xistî, xeber dan kesên ku li dibistanê 23ê Nîsanê pîroz dikirin û bi 'gotinên malbata Ozmen, terorîst e, dijminê Tirkiyê ye' xelk sor kirin.
Di demeke Kurt de nêzî 2 hezar kesî dor li xaniyê malbata Ozmen girt û bi keviran êrîÅŸ bire ser wan û xwest xaniyê malbatê biÅŸewitîne.
Malbata xwediyê 40 ferdî jî xwe bi keviran parast.
10 endamên malbatê bi derbên keviran bi sivikî birîndar bûn.
PaÅŸê bi sedan polêsa hatin cihê bûyerê û ji berdêla ku dest werdin êrîÅŸê, ferdên malbata Ozmen jin û zarok, pîr û ciwan ji bo îfadegirtinê birin qereqola taxê.
Endamên jin ên malbata Ozmen dema ku li maÅŸînên polêsan hatin siwarkirin dan zanîn, ji ber ku Kurd in, gelek caran tên tacîzkirin û rastî êrîÅŸan tên.
Li aliyê din hat zanîn ku komek DTPyî jî piÅŸtî ku bi bûyerê hisiyane çûne taxa Karaduvarê.