Site Search:

    

Weşana Rojê
  
Wed, 29 Apr 2009 10:24:00

Nûnerên Sendîkeyan:Em bi biryar in cejnê li Taksîmê pîroz bikin

Wed, 29 Apr 2009 10:24:00
1.5 / 5 (10 Votes)
Kedkar weha difikirin ku pîrozbahiya 1ê Gulanê ne rikeke, mafekî bidestxistî ye. Nûnerên Sendîqeyan bi daxuyaniya îro dayîn biryardariya xwe careke din anîn ziman. Û peyama 'pêşîgirtina aloziyan di destê hukûmetê de ye' dan. Li gelek bajaran jî bangên beşdariya mîtîngan hatin kirin.
Kedkar weha difikirin ku pîrozbahiya 1ê Gulanê ne rikeke, mafekî bidestxistî ye. Nûnerên Sendîqeyan bi daxuyaniya îro dayîn biryardariya xwe careke din anîn ziman. Û peyama 'pêşîgirtina aloziyan di destê hukûmetê de ye' dan. Li gelek bajaran jî bangên beşdariya mîtîngan hatin kirin.

Kedkar weha difikirin ku pîrozbahiya 1ê Gulanê ne rikeke, mafekî bidestxistî ye.

Nûnerên Sendîqeyan bi daxuyaniya îro dayîn biryardariya xwe careke din anîn ziman.

Û peyama 'pêÅŸîgirtina aloziyan di destê hukûmetê de ye' dan.

Li gelek bajaran jî bangên beÅŸdariya mîtîngan hatin kirin.


Nûnerên Sendîkeyan îro bi daxuyaniyekê, gotina xwe ya dawî der barê pîrozbahiyên 1ê Gulanê de gotin.

Nûnerên sendîqeyan dan zanîn ku ew bi biryar in, cejnê li Taksîmê pîroz bikin û êdî divê hukûmet biryarê bide.

Nûneran got, ew naxwazin 1ê Gulanê weke roja tirsê were dîtin û ji bo ku pîrozbahî aÅŸtiyane pêk bên, bang li rayedaran kirin.

Fikrê rêveberên sendîqeyan jî destekê dide vê bangê.

Nûnerê DISKê yê herêma Enqerê Kani Beko, bûyerên di 2007 û 2008an de rû dayîn bi bîr xistin.

Beko got, 'em ê li ber dîktatoriya bi zextan û faÅŸîst a hukûmetê serî netewînin'.

Sekreterê giÅŸtî yê KESKê Emîralî ÅžîmÅŸek jî anî ziman ku hesreta pîrozbahiya li Taksîmê ev 32 sal in dewam dike.

ÅžîmÅŸek da zanîn ku li hemberî hewldanên AKPê yên çêkirina sendîkeyên alîgirên xwe, ewê jî yekîtiya kedkaran derînin pêÅŸ.

Sekreterê GiÅŸtî yê Yekîtiya BijîÅŸkên Tirk Bilal ErîÅŸoglu jî, ji ber ku sedemeke aqilane ya destûrnedayîna pîrozbahiyên li Taksîmê, rexne li hukûmetê girtin.

EriÅŸoÄŸlu got ev pirsgirêk dema kedkar azad bibin wê werin çareserkirin.

Wê li Amed, Izmîr, Mêrsîn û
Hatayê jî were pîrozkirin
Kedkarên li Amedê jî xwe ji 1ê Gulanê re amade dikin.

Endamên Platforma Demokrasiyê wê li Parka Ahmet Arif û pêÅŸiya ÅŸaredariya bajarê mezin bên cem hev.

PaÅŸê ji du milan ve wê ber bi meydana deriyê Çiyê ve bimeÅŸin.

Heman rojê li meydana Ulus a Hatayê kedkar wê li meydanan bin.

Endamê Paltforma 1ê Gulanê Dr. Sadık Nazîk ji bo tevlîbûna pîrozbahiyê banga tevlîbûnê kir.


Rêxistina bajêr a DTPa Mêrsînê bang li kedkaran hemûyan kir da ku tevlî mîtînga li qada Metropolê ya saet 11an, bibin.

Amadekariyên Platforma Îzmîrê ya bi navê 'bi hev re em ê bi ser kevin' ji bo mîtînga li Meydana GündoÄŸduyê dewam dikin.

Endamên ÅŸaxên KESKê yên Izmîrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga tevlîbûna mîtîngê kirin.

Endamên Platforma 'bi hev re em ê bi ser kevin' jî xebatên xwe zêde kirin.

Serokê bajêr ê DTPa Izmîrê Yusuf Kaya  got 'zêhniyeta ku buhayê konsepta tinekirina Kurdan û fatureya krîza aborî li kedkaran dibire, em ê li meydanê teÅŸhîr bikin.'

Sekreterê bajêr ê SDPê Volkan Köse got, armanca wan ew e, dengê xwe zêde bikin li dengê kedkarên ku wê li Stenbolê ber bi meydana Taksîmê ve bimeÅŸin.

Rêveberê EMEPê Cabbar Demirci jî anî ziman ku îsal ew ê daxwazên ked û xwîÅŸk û biratiyê derxin pêÅŸ.

 




Navê We :
E-maîla We :
Sermijar:
Nêrîna We :




 Other Articles
 

Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng »  Ji jinên Wanê meÅŸa bêdeng

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Wanê, bi armanca lîncên li dijî kurdan pêk tê şermezar...

Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar anîn: 11 kes rakirin nexweÅŸxaneyê »  Polîsan raste rast bombeyên gazê bikar...

Kurdên li Taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, dema bûyerên lincê...

Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî »  Avahiya MHP'ê ya ÃŽzmirê ÅŸewitî

Li Îzmirê di saetên sibê de di avahiya MHP'ê ya Îzmirê de şewat derket. Avahiya ku sedema...

Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên 'erê' bixwaze? »  Bakîrhan: AKP dê bi kijan ru dengên...

Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku AKP dixwaze bûyerên Înegolê û...

Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê xwe »  Li Dortyolê kurd nikarin biçin ser karê...

Piştî ku li Dortyolê li dijî kurdan êrîşên nijadperest ev 4 roj in kurdên li Taxa...


 

© 2008 RO.TV . A www.roj.tv Company.
All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you.                                                                                                                  
Read our privacy guidelines. Contact us.