Dewleta Tirk a bi hemû hêza xwe êrîÅŸî zarokên Kurdan dike, rê li encamên giran vedike.
Åžukru Bagata yê 10 salî ku li Cizîrê di encama bombeya gazê ya polêsan de ji serê xwe giran birîndar bû, têkoÅŸîna jiyanê dide.
Di vê navberê de Seyfî Turan jî yê 23 Nisanê li Colemêrgê, bi quntaxa tivinga tîmên taybet bi awayekî hovane hatibû birîndarkirin, hê di bin tesîra buyerê de ye û bi zorê diaxive.
Kesên doh li navçeya Åžirnexê Cizîrê derketin kolanan û terora dewletê protesto kirin, rastî êrîÅŸa polêsan hatin û Åžukru Bagata yê 10 salî bi giranî birîndar bû.
Åžukru Bagata jî, tenê yek ji wan zarokan e ku di encama bombeyên gazê yên polêsan de ji serê xwe birîndar bûye.
PiÅŸtî buyera li Taxa Nur, Åžukru rakirin nexweÅŸxaneya Dewletê ya Åžirnexê.
Ameliyata Åžukru ya li beÅŸa cerrahiya mêjî 5 saeaten dewam kir.
Û Åžukruyê biçûk evqas saet têkoÅŸîna jiyanê da.
Doxtoran destniÅŸan kir, Åžukru serê xwe hîs nake û heta zarok were ser hiÅŸê xwe wê di beÅŸa kontrola taybet de bimîne.
Serokê rêxistina bajêr ya DTP'ê Halil Irmez, ÅŸaredar Ramazan Uysal, serokê rêxistina navendî ya navçeyê Yahya Îdîn û gelek kesên din ji bo Åžukru çûn nexweÅŸxaneyê.
Îro herwiha parlenetera DTPê ya Åžirnexê Sevahir Bayındır jî li gel rêveberên DTPê û ÅŸaredaran jî çûn serdana Åžukrî.
DTPyî dû re, çûn serdana malbata Bagata jî û xweziyên xwe yên ÅŸîfayê jê re anîn ziman.
Ji nexweÅŸxaneyê derket
Li aliyê din, yek ji zarokê Kurd Seyfî Turan ku li Colemêrgê rastî êrîÅŸa hovane ya tîmê taybet hatibû û ev 10 roje têkoÅŸîna jiyanê dida, îro ji nexweÅŸxaneyê derket.
Seyfî Turan, li dijî kesên ku jê re mirin ferz kiribû berxwedana jiyanê da û bi serketin derket.
Seyfî bi têkoÅŸîneke 10 rojan a li beÅŸa taybet a nexweÅŸiyên giran ma.
Îro bavê Seyfî û rêveberên DTP'ê yên Wanê çûn nexweÅŸxanê û Seyfî ji wir wergirtin ji bo bibin malê.
Li rûyê Seyfîyê biçûk hêjî birîn heye û bijîjkan nexweÅŸxanê raporeke ji bo 20 rojan ya bêhnvedanê danê.
Seyfî Turan hê jî di bin tesîra bûyerê de ye, bi zore dikare biaxive û ji bûyerê, tenê kêliya ku polês bi quntaxa tifingê li serê wî dabû, di bîra wî de maye.
Diyariya ku 23'ê Nisanê de wê bidana min ev bû?
Û bi van gotinan pirseke ku pêwist e dewlet û polêsên harbûyî li ser bifikirin dipirse: 'Dema min çavê xwe vekir, min xwe li nexweÅŸxanê dît. Hê jî êÅŸ di serê min de heye. Di 23'ê Nisanê de diyariya ku pêwist bû bidana min ma divê ev bûya?