Hewldanên lêgerîna li kesên kujerên wan diyar in, lê cenazeyên wan winda ne, dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, 4 gorên bêkesan ên li goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hatin vekirin.
Xebatên erdkolanê danê sibê li Amedê destpê kir û piÅŸtî demekê bi dawî bûn.
Serokê Åžaxê IHDê yê Amedê Muharrem Erbey da zanîn, hestiyên hatine dîtin wê ji bo testa DNA'yê biÅŸînin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Erbey anî ziman ku li deverên cuda yên Amedê, 26 gorên din ên bêkesan tesbît kirine.
Ji bo vekirina van goran jî ewê di rojên bên de serî li dozgeriyê bê dayîn...
Malbatên Hakki Kaya û Fethî Yildirim yên sala 1994'an hatibûn qetilkirin, di dema xebatên erdkolanê de amade bûn...