Mîtînga Stenbolê ya li meydana Çaglayananê destpê kir.
Bi vî awayî Stenbol jî ji rojeke dîrokî re mêvandariyê dike.
Ji bo lihevkombûna sedhezaran, îro girseyên qelebalix herikin qada mîtîngê ya Çaglayanê
Bernameya mitîngê jî têra xwe dewlemend e.
Hevserokên DTP'ê, Parlementer, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Civaka Sivîl, nivîskar, rewÅŸenbîr û gelek hûnermend jî tevlî mitîngê dibin.
Li gel van, axaftvanên ji parlemena Ewrûpayê jî di mîtîngê de cih digirin.
Serokê DTP'a Stenbolê Halîl Aksoy ragihand, îro wê peyama pêwist ji qada mîtîngê bidin hemû cîhanê.
Aksoy xwest ku îroj, herkes li qada mîtîngê be û got: 'Dengê aÅŸtiyê wê ji qada Çaglayanê bilind bibe.'