Ji bo çareseriyê Ocalan weke muxeteb hat nîşandan
Mon, 25 May 2009 04:10:00
Di mitînga Stenbolê de, peyamên girîng jî hatin dayîn...
Peyamên hatin dayîn wiha bûn:
"Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê hûn Ocalan weke muxtebe bibînin". Fersenda bêçalakiyê heta 1ê Hezîranê ji dest bernedin û bila operasyon tavilê werin rawestandin..
Di mitînga Stenbolê de, peyamên girîng jî hatin dayîn...
Peyamên hatin dayîn wiha bûn:
"Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê hûn Ocalan weke muxtebe bibînin". Fersenda bêçalakiyê heta 1ê Hezîranê ji dest bernedin û bila operasyon tavilê werin rawestandin..
Di mitînga Stenbolê de, peyamên girîng jî hatin dayîn...
Peyamên hatin dayîn wiha bûn: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê hûn Ocalan weke muxtebe bibînin". Fersenda bêçalakiyê heta 1ê Hezîranê ji dest bernedin û bila operasyon tavilê werin rawestandin..
Bila zextên li ser DTP'ê bi dawî bibin û di serî de endamên DTP'ê, hemû girtî werin berdan...
Di mitînga li Stenbolê ya binavê, 'Ne DTP'ê Sîlehan bê deng bike' axatina destpêkê ji aliyê Endamê Desteya Navendî û Serokê Komîteya Amadekar Emrullah Bîngöl ve hat kirin..
Bîngöl, di axaftina xwe de, li dijî êrîÅŸên li ser DTP'ê nerazîbûn nîÅŸan da...
Bîngol weha got, kesên ku dibêjin bila PKK'ê sîlehan deyne û siyasetê bike, li dijî operasyona li ser DTP'ê bê deng man û bi vî awayî maskeya li ser rûyê wan kete xwarê...
PiÅŸtî Bîngol, Serokê rêxistina DTP'ê ya Stenbolê Xelîl Aksoy axivî..
Aksoy, bi bîr xist, ku ji biryara bêçalakiyê ya 1'ê Hezîranê re demeke kurt ma û xwest ev fersend ji dest neyê derxistin...
Aksoy weha got, "Me bi dayîna berdêlan, mafê xwe bi dest xist. Ji bo em van mafan biparêzên em ji mirinê re amade ne."
Aksoy diyar kir, ku eger aliyên pirsgirêkê neyên dîtin, wê çareserî pêk neyê..
Serokê GiÅŸtî yê EMEP'ê Levent Tüzel jî, ji bo çareserkirina pirsigrêkê ji her kesî xwest ya bikeve ser milê wan bi cih bînin... PaÅŸê bi gotina sloganan, Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna derket ser dikê û peyamên girîng dan.....
Ayna, li dijî operasyona li ser partiyan wan nerazîbûn nîÅŸan da û der barê biryara bêçalakiyê ya heta 1'ê Hezîranê de hukûmet hiÅŸyar kir...
Ayna weha got, "HiÅŸê xwe bidin serê xwe, wê fersendên salên 1999, 2003 û 2006 ji dest derxistin. Qet nebe fersenda 2009'an ji dest nedin"..
Axaftina Ayna ji aliyê deh hezaran kesî ve bi çepikan hat pêÅŸwazîkirin..