Nûnerên Odeyên Bazirganiyê yên li Wanê bang li dewletê kirin
Wed, 03 Jun 2009 03:28:00
Der barê biryara bêçalakiyê ya KCK'ê a ku heta 15ê Tîrmehê dirêj kir, Odeyên Bazirganiyê yên li Bakurê Kurdistanê jî daxuyaniyeke hevar dan.
Nûnerên Odeyên Bazirganiyê yên li Wanê bang li dewletê kirin
Der barê biryara bêçalakiyê ya KCK'ê a ku heta 15ê Tîrmehê dirêj kir, Odeyên Bazirganiyê yên li Bakurê Kurdistanê jî daxuyaniyeke hevar dan.
Nûnerên Odeyên Bazirganiyê, yên 7 bajaran û 4 navçeyên mezin li Wanê bi hevre daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de berî her tiÅŸtî hat diyarkirin ku cihê çareseriya pirsgirêak Kurd meclîsa Tirkiyeyê ye.
PaÅŸê jî hat gotin, derbarê çareseriyê de ew amade ya, wezîfa xwe bi cih bînin.
Nûnerên Odeyên Bazirganî û sanayiyê yên 7 bajar û 4 navçeyan li bajarê Wanê kom bûn û derbarê biryara KCK'ê ya dirêjkirina pêvajoya bêçalakiyê de, daxuyaniyeke hevpar dan.
Metna belavoka Odeyan, ji aliyê alîkarê sekreterê giÅŸtî yê VATSO'ê Kerem Oruç ve hat xwendin.
Oruç, tiÅŸtên ku divê bên kirin wiha rêz kirin.
-Em daxuyaniyên serokomar Abdullah Gul gelek bi wate dibînin, divê gotina wî ya di qedemeyên bilind yên dewletê de nêrîneke wekhev heye baÅŸ bê berfireh kirin û bên realîzekirin.
-Muxetebên çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên aÅŸtiyane, bi rewayî hatine hilbijartin û cihê çareseriyê jî meclîsa Tirkiyê ye.
-Divê birînên pîskolojîk, civakî û aborî yên ji ber ÅŸerê 30 salan vebûne di demeke kin de ji aliyê dewletê ve bên tesbîtkirin û bi zûtirîn dem bên pêçan û dermankirin.
-Em tevî hemû derdorên ku dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên aÅŸtiyanê bê çareserkirin, ya di vî warî de dikeve ser milê me, em amade ne, pêk bînin.
Oruç, wekî din hiÅŸariyek kir û got, dibe ku hin kes û derdor hebin ku dixwazin rewÅŸa ÅŸerkirinê dewam bike û pêvajoya çareseriyê jî asteng bikin.
PiÅŸtgiriya bi biryarê re zêde dibe û ji dewletê tê xwestin gavan bavêje
PiÅŸtgiriya bi biryara KCK'ê re, ji aliyê gelek beÅŸên civakê dewam dike..
Di daxuyaniyan de, ji dewleta Tirk tê xwestin gavên berbiçav bavêje...
Rojnamevan Hasan Cemal: ''Bi agirbesteke fîlî û bêdengkirina sîlehan re, pêvajoya diyaloga veÅŸartî dikare were destpêkirin. Eger PKK di mijara agirbestê de jidil tevdigere, hingê ji bo nekeve nava ÅŸer, divê xwe li deverên ku esker nikaribin biçinê bigre. Eger Enqere jî alîgira çareseriya siyasî ye, divê ew jî îradeya siyasî nîÅŸan bide. Bendewarî zêde dibin. Wê pir heyf be eger ev fersend ji dest here.''
Rojnamevan Mehmet Alî Bîrand: ''Agirbesta PKK'ê dikare rê li pêvajoyeke nû veke. Berdewamkirina wê gelek zehmet e. Pêvajoya em dikevinê ji aliyê provokatoran bi hesanî dikare were sabotekirin, lê tevî her tiÅŸtî jî, neherikîna xwînê tiÅŸtekî baÅŸe.''
Nivîskar Aydin Çubukçu: ''Hem ji bo destpêkirina xebatên aÅŸtiyê û hem jî ji bo bersivdayîna bendewariyên her du gelan, biryara hatiye dayin, gelek baÅŸ e. Berpirsiyariya rawestandina operasyonan û bersivdayîna biryarê, dikeve ser milê hukûmetê. Her weha divê alîgirên aÅŸtiyê bikevin nava livûtevgerê.''
Serokê rêxistina DTP'ê ya Batmanê Ozcan Erdem: ''Biryar êrênî ye. Divê êdî operasyonên eskerî û siyasî rawestin. Divê her kes bi awayekî pozîtîf helwesta xwe nîÅŸan bide. Divê beÅŸên demokratîk jî însiyatîfê bigrin destê xwe.''
Serokê Åžaxê Genel-ÎÅŸ'ê yê Batmanê Halîs Yakut: ''Biryara hatiye dayîn, beriya her tiÅŸtî wê hêzê bide aliyên ku dixwazin pirsgirêka Kurd were çareskirin. Di pêvajoya bêçalakiyê de, divê operasyonên li herêmê jî bên rawestandin. Ji ber ku eger dîsa cenaze werin, wê hêviyên mirovan biÅŸkên.''
Serokê Åžaxê TUYAD-DER yê Wanê Îbrahîm Ete: ''Hêviya gel ew e ku dewlet jî di vê pêvajoyê de gavên êrênî bavêje û destekê bide biryarê. Di nava dewletê de kesên ÅŸerxwaz û rantxûr hene. Divê li dijî van kesan em di aÅŸtiyê de israr bikin.''
Serokê rêxistina DTP'ê yê Wanê Selîm ErtaÅŸ: ''Divê daxuyaniyên birêz Abdullah Gul, hukûmet û muxalefetê veguherin gavên berbiçav. Ji herkesî bêhtir em kurd di nava fikaran de ne. Divê heta 15'ê Tîrmehê Meclîs hêza çareseriyê derxe holê.''
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê Vural Oger: Divê ev fersenda hatiye bidest xistin, ji bo 10 salên din neyê paÅŸvexistin. Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare pêk were. Gava pêÅŸîn bi hevdîtineke bi DTP'ê re dikare were avêtin.''
Sekreterê GiÅŸtî yê Nêrîna Millî ya li Elmanyayê OÄŸuz Üçüncü: ''Serokomar Gul, nav li pirsgirêka Kurd kir, lê pêwîst bû gavên berbiçav bavêtana. Ji gavên bi wêrek ditirsin. Eger pêvajo rast neyê nirxandin wê Tirkiye winda bike...''